Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

jiyana eqdes de şuûnatên qudsî yên wek evîneke lahûtî, hezkirineke qudsî, lezeteke muqedes a bêhed ‒bîlateşbîh‒ a layiqî qudsiyeta wî zatî û munasibî wucûba wicûda wî û wek pêwistiya wê jiyana sermedî heye ku ew şuûnat bi fealiyetek wisa bêhed û bi xelaqiyeteke wisa bêdawî kaînatê her tim taze dike, diçelqîne û diguherîne.   

   Şaxa duyemîn a hîkmeta ku di fealiyeta îlahî ya bêhed de ye ya ku li raza qeyyûmiyetê dinêre: Li esmayê Îlahî dinêre. Diyar e ku her yê ku xwediyê cemalekê ye dixwaze cemala xwe bibîne û bide dîtin; her yê xwediyê hunerekê ye dixwaze û hez dike ku bi teşhîrkirin û îlankirina hunera xwe dêhn û balê bikêşe ser xwe. Heqîqetek û maneyek spehî yên ku hunera wan veşarî mayî dixwazin derkevin meydanê û hez dikin ku muşteriyên xwe bibinin.   

   Madem ev qaîdeyên bingehîn di her tiştî de gorî dereceya xwe çêdibin; bêguman her îsmeke ji hezar û yek esmayên husna yên zatê Qeyyûmê Zulcelal ku Cemîlê Mutleq e, bi şahidiya gerdûnê û bi delaleta cilweyên wan û bi îşareta nexşên wan, di her mertebeyeka her yekî wan de husneke rasteqîn, kemaleke heqîqî, cemaleke heqîqî û heqîqeteke heta tu bibêjî spehî hene, belkî di her mertebeyeka her ismî de enwa’ê husna bêhed û heqîqetên spehî yên bêhed hene.   

   Madem neynikên ku cemalên qudsî yên van esmayan nîşan didin û lewheyên ku nexşên wê yên spehî didin xuyakirin û rûpelên ku heqîqetên wê yên spehî îfade dikin ev mewcûdat e û ev gerdûn e; bêguman, ew esmayê daîmî û baqî ji bo ku cilweyên xwe yên bêhed û nexşên xwe yên manedar ên bêhed û kitêbên xwe hem nîşanî nezera zatê Qeyyûmê Zulcelal ê ku musemayên wan e bikin hem jî ji bo ku ji tiştekî bidawî û mehdûd lewheyên bêpayan û ji şexsekî tenê gelek şexsan û ji heqîqetekê gelek heqîqetan nîşan bidin bi palpiştiya (îstinada) eşqa pîroz a îlahî û ji ber wê raza qeyyûmiyetê gerdûnê hemûyê û her tim bi cilweyên xwe teze dike û diguhere.   

   Şû‘aya Çaremîn: Şaxa (şûbeya) sêyemîn a hîkmeta fealiyeta daîmî ya heyretnuma ya di gerdûnê de eve ye ku: Her yê xwediyê merhemetê be, ji wê çendê kêfxweş dibe ku xelkê memnûn bike. Her yê xwediyê şefqetê be ji mesrûrkirina xelkê memnûn dibe. Her yê xwediyê muhebetê be, bi şadkirina mexlûqên ku layiqî şadkirinê ne kêfxweş dibe. Her zatekî alîcenab ji bextewarkirina xelkê tamê seh dike. Her zatekî dadwer, keyfa wî bi wê çendê tê ku îhqaqê heq bike û cezayê musteheqan bide wan û yên xwediyê heq in minetkar bike. Her hunermend û her pîşekarek îftixariyê bi wê çendê dike ku hunera xwe teşhîr bike û hunera wî wek ku tesewur dike bixebite û encamên ku ji wê hunerê dixwaze, bide.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat