Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Ya Yekemîn: Gava ku em li vê gerdûnê dinêrin, em dibînin ku hinek mexlûqên ku di lehiya zemanî de bêyî navber diçelqin û qefle qefle li pey hev tên û diçin di saniyeyekê da tên û pêre pêre winda dibin. Taîfeyek ji wan di deqîqeyekê de tên û diçin. Cûreke wan saetekê tên alema şehadetê, paşê dikevin alema xeybê. Qismeke wan rojekê de, qismek di salekê da, qismek sedsalekê da, qismek jî sedsalan tên vê alema şehadetê, li vir datînin û wezîfeyê dibînin û diçin. Ev seyaheta ku heyretê dide, ev seyerana mewcûdatê, ev sefer û herikina afirandiyan bi rêkûpêkî û bi pîvan û bi hîkmeteke wisa tên sewq û îdarekirin û yê fermandariya wan qefleyan dike fermandariyeke wisa besîrane, hekîmane, mudebirane dike ku, hesêbankî hemû aqil bibin yek û bibin aqilekî tenê, nikarin bigihîjîn kunha wê îdareya hekîmane û nikarin kêmasiyekê bibînin û rexneyê lê bigrin.    

   Va ye di nav vê xelaqiyeta rebbanî de nahêle ew mesnûatê xwînşêrîn û yê jê hez dike, taybet giyanewer çavê xwe vekin û dişîne alema xeybê û bêyî ku bihêle bêhna xwe vedin ji jiyana wî ya li dinyayê terxîs dike, bêyî navber vê mêvangeha alemê tijî dike û bêyî daxwaza mêvanan vala dike; qelema qeza û qederê dinya kiriye wek depê nivîsîn û jêbirinê, û bi cilweyên

يُحْيِي وَيُمِيتُ

ê li kureya erdê nivîsên xwe dinivîse û wan nivîsan nû dike, digihûre.    

   Va ye razeke hîkmeta vê fealiyeta rebbanî û xelaqiyeta îlahî û pêdiviya wê ya biesas û sebebeka wê ya dawet dike; hîkmeteka bêhed û bêdawî ye ku dabeşî sê şaxên (şûbeyên) girîng dibe. Şaxa yekemîn a wê hîkmetê eve ye ku: Her cûreyên fealiyetê, cuz’î be, kullî be lezetê dide. Belkî di her fealiyetê de tamek heye. Belkî fealiyet lezet bixwe ye. Belkî fealiyet tezahura wicûdê ya ku lezet bixwe ye û jêdûrbûn û devjêberdana ji edemê ya ku ew elem bixwe ye.

   Belê her yê xwedan-qabiliyet, bi fealiyetekê, înkişafa qabiliyeta xwe bi lezet dişopîne. Her îstîdadeka ku bi fealiyetê tezahur dike ji lezetekê tê û lezetekê encam dide. Her yê xwediyê kemalê, bi fealiyetê tezahura kemalata xwe bi lezet dişopîne.    

   Madem di her fealiyetekê da kemalek û lezeteka wisa jêtêhezkirin û têxwestin heye û fealiyet jî kemalek e û madem di alema candaran de cilweyên hezkirinek bêhed û şefqeteke bêdawî yên ji jiyaneke daîmî û ezelî derdikevin dixuyin û ew cilweyana nîşan didin ku ew Zatê ku xwe wisa dide hezkirin û hez dike û keremê dike.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat