Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

îlahî nîşan didin û îsmê e‘zem an jî ronayiya duyemîn a ji wan herdu ronayiyên îsmê e‘zem an jî cilweyeke e‘zem a îsmê Qeyyûmî ku nûra şeşê ya ji wan şeş nûrên îsmê e‘zem e, di meha zîlqe‘deyê de li aqilê min hate dîtin. Ji ber rênedayina min a Girtîgeha Eskîşehîrê bêguman ezê nekarim wê nûra e‘zem bi temamî beyan bikim. Bes Îmamê ‘Elî (r.) gelek girîngî dayê wî îsmê e‘zemê ku di Qesîdeya Ercûzeyê de bi navê alî yê “Sekîne”yê beyan kirî û wan şeş îsmên e‘zem ên ku di Celcelûtiya wî de bi gelek navên muhteşem di nav îsmên e‘zem de ne û her weha di nav behsa wan de bi awayekî keremkarane teseliyê dide me, ji ber hindê wek wan pênc navên pêşî, qe nebe bi kurtasî, bi Pênc Şu‘ayan emê îsmê Qeyyûmî, wê nûra e‘zem jî nîşan bidin.    

   Şuaya Yekemîn: Xaliqê Zulcelal ê vê gerdûnê Qeyyûm e, yanî qaimê bi zatê xwe ye, daîm e, mayende ye. Hemû tişt bi wî qaîm in, dewam dikin û li wicûdê dimînin, mayende dibin. Eger bi qasî deqîqeyekê ew pêwendiya qeyûmiyetê qut bibe wê gerdûn mehf bibe.    

   Hem digel qeyûmiyeta wî zatê Zulcelalî, wek di Qur’ana ezîmuşşe’n de ferman kirî

لَيْسَ كَمِثْلِهِ شَيْءٌ

ê Yanî, ne di zatê wî, ne di sifatê wî û ne di ef‘alên wî de hemtayê wî nînin, mislê wî nabin, şibhê wî nînin, şirîkê wî nabin. Belê, ew Zatê Eqdes ê ku hemû gerdûn bi hemû şuûnatên wê ve û bi keyfiyetên wê ve di destê rubûbiyeta xwe de digre û wek xaneyekê, wek qesrekê bi rêkûpêkiyeke tam tedbîr û îdare û terbiye dike; manend û hinkûf û şirîk û şebîhê wî nabin, muhal e.    

   Belê, ew Zatê ku îcada stêran jê re wek a zerreyan hêsan be û tişta herî mezin wek tişta herî biçûk ji qudreta wî re musexer e û tiştek ji tiştekî dî re û çi kiryar ji çi kiryaran re nabe asteng û ferdên bêhed wek ferdekî di nezera wî de amade be û hemû dengan di derbekî de seh bike û hewceyiyên bêhed ên gişkê di derbekî da pêk bîne û bi şahidiya hemû rêkûpêkî û mîzanên ku di mewcûdata gerdûnê de ne qe tu tişt, qe tu rewş ne derveyî daîreya meşîet û îradeya wî ne û digel ku ne li tu cih û mekanî ye jî lê bi qudreta xwe û bi ilmê xwe li her derê hazir e û her tişt heta tu bibêjî jê dûr in jî lê ew heta tu bibêjî nêzîkî her tiştî ye. Belê, bêguman ew zatê Heyyê Qeyyûm ê Zulcelal ji tu cihetî ve hinkûfê wî, manendê wî, şirîkê wî, wezîrê wî, dijê wî, dengê wî nabe û muhal e ku hebe. Bes bi awayê mînak û temsîlê dikare li şuûnatê qudsiyeya wî were nihêrîn. Hemû temsîl û teşbîhên ku di Rîsaleê Nûrê de ne ji cûreyên van mesel û temsîlan in.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat