dike bêguman Afirînerê hemû mexlûqatî ye û zatê Heyyê Qeyyûm e ku hemû candar vejandiye û Wahidê Ehed e ku di rubûbiyeta wî de beşdarî nîne.
Me vî qasî taybetmendiyên jiyanê evqas hindik û evqas kurt nivîsî. Beyana taybetmendiyên dî û tefsîlata wan em dispêrin Rîsaleê Nûrê û hewaleyî demeke dî dikin.
Dûmahîk
Îsmê e‘zem ji her kesî re ne eynî ye, belkî cuda cuda ne. Wek mînak, derbarê Îmamê ‘Elî (r.) de şeş navên “Ferd, Heyy, Qeyyûm, Hekem, Edl, Quddûs” in. Û îsmê e‘zemê Îmamê E‘zem dudu ne: “Hekem û Edl.” Û îsmê e‘zemê Xewsê E‘zem“Ya Heyy!” e. Û îsmê e‘zemê Îmamê rebbanî “Qeyyûm” e û wekî wê… Gelek zatan îsmên dî wek îsmê e‘zem dîtine.
Ev Nukteya Pêncemîn ji ber ku derbarê îsmê Heyy de ye, bi wê munasebetê, hem wek teberik hem şahid hem delîl hem huceteke qudsî hem ji me re duayek hem ji vê rîsaleyê re wek husnul-xatîme, Resûlê Ekrem (s.) di munacata xwe ya mezain a bi navê Cewşenûl Kebîrê de me‘rîfeta xwe ya gelek bilind û gelek cami‘ a di me‘rîfetullahê de nîşan daye û wisa gotiye. Emê jî bi xiyalî herin wê demê û ji gotina Resûlê Ekrem (s.)re bibêjin “Amîn” û her wekî em jî munacatê dikin emê bi dengê Resûlê Ekrem eleyhîselatû weselam bibêjin: