de rojê de û di her zerreyeke camê de ye; wisa jî cilweyên esma û sîfetên îlahî yên gerdûn dorpêç kirine bi hev ra di her candarekî da tecelî dikin. Ji vî aliyî ve jiyan; gerdûnê dixe şûna kulleke ku ji cihet rubûbiyet û îcadê ve dabeşbûn û parçebûnê qebûl neke, belkî dixe şûna kulleke ku beşdarî û parçebûnê derveyî îmkanê de dibîne.
Erê, sikeya di rûyê te de bi eşkereyî nîşan dide ku yê tu afirandî ew Zat e yê hemû mirov afirandî. Çunkî mahiyeta mirovî yek e, dabeşbûna wê ne mumkin e. Hem bi wasîteya jiyanê parçeyên gerdûnê dikeve şûna ferdên wê û gerdûn jî dikeve şûna new‘ê wê; wek çawa sikeyê ehediyetê di mecmûa wê de nîşan dide, di parçeyekê da jî wê sikeya ehediyetê û mohra semediyetê nîşan dide û ji her aliyî ve şirk û îştirakê diqewirîne.
Hem, di jiyanê de mu‘cîzeyên wisa derîedet û xarîqe yên sen‘etê rebbanî hene ku ew zat û ew qudreta ku nikaribe hemû gerdûnê biafirîne, nikare candarekî herî biçûk biafirîne. Erê, wek di libeka nokê de hemû Qur’an binivîse; qelema ku di toxima herî biçûk a dara çamê de fêhrist û muqederata dara çama qerase nivîsî bêguman ew qelem e ya asîman bi stêran nivisandî ye. Belê, ew zatê ku îstîdadek, qabiliyetek û cîhazek wisa xistî qehfê mêşhingivê ku hemû kulîlkên ku di bexçeyê gerdûnê de ne nas bike û têkiliya wê bi piraniya enwaê wê hebe û diyariyeke rehmetê ya wek hingivî bîne û di wê roja hatî dinyayê de hemû şertên jiyanê zanibe; bêguman ew zat ancax Afirînerê hemû gerdûnê ye.
Welhasil: Wek çawa jiyan di rûyê gerdûnê de sikeyeke geş a tewhîdê ye û her candarek jî ji aliyê jiyanê ve sikeyeke ehediyetê ye û neqşa sen‘etê ya ku di her ferdekî jiyanê de heye, mohreke semediyetê ye û bi qasî hejmara candaran vê nameya gerdûnê li ser navê zatê Heyyê Qeyyûm û Wahidê Ehed bi jiyanên xwe îmze dikin û di wê nameyê de mohrên tewhîdê ne û xetemên ehediyetê ne û sikeyên semediyetê ne. Wisa jî, her candarek jî mîna heyatê di vê kitêba gerdûnê de mohreke wehdaniyetê ye û her weha di rûyê her yekî de û di sîmayê wan de mohreke ehediyetê hatiye lêxistin.
Hem wek çawa jiyan, bi qasî hejmara parçeyên xwe û bi qasî ferdên candaran îmze û mohr in ku şahidiya wehdeta zatê Heyyê Qeyyûm dikin; wisa jî kiryarên (fiîl) îhya û vejandinê jî bi qasî ferdên xwe tewhîdê îmze dikin. Wek mînak vejandina erdê ku ferdekî îhyayê ye, şahidekî tewhîdê ya wek rojê geş e. Çunkî, di biharê de, di vejandin û îhyaya erdê de sêsed hezar çeşîd, her çeşîdekî ferdên bê hed di nav hev de, bê kêmasî, bê qusûr, tekûz û birêkûpêk tên îhya kirin û vejandin. Belê, yê wisa bi kiryareke tenê kiryarên bê hed bi rêkûpêk