Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

îlahî dikin; bi îtîfaq delaletî jiyana Zatê Heyy û Qeyyûm dikin û şahidiya wî dikin û wî nîşan didin. Çunkî, wek çawa ku di tiştekî de dîtin hebe, jiyana wê jî heye; sehkirin hebe elametê jiyana wê ye; gotin hebe nîşaneya elametê jiyanê ye; îxtiyar û îrade hebe, jiyanê nîşan dide. Eynen wisa jî, sîfetên wek qudreta mutleq û îradeya şamil û ilmê mûhît ên ku heyina wan a di vê gerdûnê de muheqeq û diyar in bi hemû delîlên xwe ve şahidiya jiyana Zatê Heyyê Qeyyûm û wucûba wicûda wî dikin û şahidiya jiyana sermediya wî ya ku hemû gerdûnê bi siheka xwe ronîdar dike û bi cileweyeke xwe hemû axretê bi zerreyên wê ve jîndar dike.    

   Hem jiyan, li ruknê baweriya bi firîşteyan jî dinêre, remzen îsbat dike. Çunkî, madem di gerdûnê de encama herî girîng jiyan e û ya herî zêde belavbûyî û ji ber giranbuhabûna wê nusxeyên wê tên zêdekirin û mêvangeha rûyê erdê bi qafîleyên ku tên û diçin şên dike, candar in. Û madem kureya erdê bi cûreyên evqas candaran tijî bûye û cûreyên candaran bêetlehî nû dike û zêde dike, bi vê hîkmetê her dem tijî dibe û vala dibe û di madeyên herî xesîs û riziyayî de jî zêde candaran diafirîne û dike ku bibe cihê mehşera candarên mîkrobîk. Û madem şu‘ûr û aqil, ku xulaseyên herî safî yên hatî dawerivandin ên jiyanê ne, û ruh ku cewhera wê ya herî letîf û sabit e di dinyayê de, bi awayekî gelek zêde tên afirandin; adeta kureya erdê; bi heyat û aqil û şuûr û rûh îhya bû ye û bi vî awaî hatiye şênkirin. Bêguman cismên asîmanî ku ji dinyayê letîftir in, nûranîtir in, mezintir in û girîngtir in, ne mumkin e ku mirî, camid, bêjiyan û bêşiur bimînin. Nexwe, bi raza jiyanê, di asîmanan de hin şêniyên şuûrdar û candar ên ku asîmanan, rojan, stêran şên bikin, wezîfeyeke jîndariyê bidin û encama afirandina asîmanan nîşan bidin û bibin mezherê xitabên Subhanî, hene ku wana jî firîşte ne.    

   Hem raza mahiyeta jiyanê li ruknê baweriya pêxemberan jî dinêre û remzen îsbat dike. Belê, madem gerdûn ji boyî jiyanê hatiye afirandin û jiyan jî cilweyeke e‘zem a Heyyê Qeyyûmê Ezelî ye û neqşekî wî yê ekmel e û sen‘eteke wî ya ecmel e. Madem jiyana sermedî bi şandina pêxemberan û bi daxistina (înzala) kitêban xwe nîşan dide. Belê, eger kitêb (kitêb) û pêxember nebin ew jiyana ezelî nayê zanîn. Wek çawa mirovek dema diaxve, tê fêmkirin ku ew sax e û candar e; wisa jî yê kelîme û xîtabatên zetekî ku pişt alema xeybê ya ku di bin perdeya vê gerdûnê de ye dibêje, diaxive, emr û nehyê dike; nîşan dide pêxember in û ew kitêbên ku di destê wan de ne. Bêguman jiyana ku di gerdûnê de ye wek çawa bi awayekî qet‘î şahidiya qet‘î a wucûba wicûda Heyyê Ezelî dike, li şandina pêxemberan û daxistina (înzala)

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat