û nazdar seh neke û duaya wî ya beqayê ya gelek girîng seh neke û nazê wî û niyaza wî daneyne li ber çavan? Heçko techîzat û îdareya neferekî bi îhtimamdariyek tam bike û li artêşeke îtaetkar û muhteşem nenêre û zerreyê bibîne lê rojê nebîne; dengê pêşûyê seh bike, dengê guregura asîmên seh neke? Haşa sed hezar carî haşa!
Hem qet aqil qebûl dike ku Zatekî Qedîrê Hekîm ê ku bêhed xudanrehmet û xudanmuhebet û xwediyê şefqeteke bêpayan û hem ji sen‘etê xwe hez dike û hem xwe gelek dide hezkirin û ji yên wî hez dikin hez dike, belê ew zat qabil e ku jiyanê ku herî zêde jê hez dike, dilnewaz e û fitreten perestişî Sani‘ê xwe dike û ruhê ku jiyana wê jiyanê ye û cewhera wê ye, bi mirineke ebedî bimirîne û wî muhibê xwe yê ezîz û hebîbê xwe bi awayekî ebedî ji xwe bixeyidîne, bienirîne û zêde rencîde bike û raza dilovaniya xwe û nûra muhebeta xwe înkar bike û bide înkarkirin? Haşa sed hezar carî haşa û kella! Cemaleke mutleq a ku bi cilweya xwe ev gerdûn xemilandî û rehmeteke mutleq a ku keyfa hemû mexlûqan anî, bêguman ji sikiyeke wisa ya bêhed û ji qubheke mutleq û ji zulmeke mutleq a wisa û ji bêmerhemetiyekê heta tu bibêjî munezeh e û miqedes e.
Encam: Madem li dinyayê jiyan heye, bêguman ji nav mirovan de yên raza jiyanê zanibin û jiyana xwe sûî îstîmal nekiribin dê li axretê, li bihişta Baqî bigihên jiyana baqî. Amenna!
Û hem wek çawa tiştên birqonek ên li ser rûyê erdê bi şewqa rojê diteyisin û biqbiqokên li ser rûyê deryayê bi lem‘eyên ronayiyê diteyisin û ditemirin û ew biqbiqokên ku li pey wan tên dîsa ji wan rojkokên xiyalî re neynikdariyê dikin; eva hanê eşkere nîşan dide ku ew lem‘eyana cilweya eksa rojeke tenê ya bilind in, û heyîna wê rojê bi zimanên muxtelif bi bîr tînin û bi tiliyên ronayiyê wê nîşan didin. Eynen wisa jî, candarên ku bi cilweya e‘zem a îsmê Muhyî yê zatê Heyyê Qeyyûm li ser rûyê erdê û di nav deryayê de bi qudreta îlahî dibiriqin û paşê jî ji bo ku cî bidin yên li pey xwe tên, dibêjin “Ya Heyy!” û di perdeya xeybê de tên veşartin wek çawa ji jiyana zatê Heyyê Qeyyûmê ku xwediyê heyateke sermedî ye re û ji wucûba wicûda wî re şahidiyê dikin û wî nîşan didin; hemû delîlên ku şahidiya ilmê îlahî yên di tenzîma hemû mewcûdatê de esera wan dixuyin û hemû burhanên ku qudreta ku li ser gerdûnê teserufa wan heyî îsbat dikin, hemû hucetên ku îrade û meşîeta ku li ser tenzîmkirin û rêvebirina gerdûnê hukmê wan derbas dibe îsbat dikin û hemû elamet û mucîzeyên ku rîsaleyên ku sebeba kelamê rebbanî û wehya îlahî ne îsbat dikin û wekî wê hemû delîlên ku şahidiya heft sîfetên