Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

xulqiyeta wê, jiyan e; bêguman ew heqîqeta bala ne xasê bi vê jiyana dinyayê ya fanî û kurtikok û kêm û elemnak ve ye. Belkî armanca dara jiyanê ya ku bi bîst û neh taybetmendiyên jiyanê ya mezinahiya mahiyeta wê hatî zanîn û her weha encama wê û mêweya wê ya ku layiqî mezinayiya wê darê ye, jiyana ebedî ye, jiyana axretê ye; jiyana welatê bextewariyê darê seadetê ya ku bi kevirê xwe ve, bi dara xwe ve, bi axa xwe ve candar e. Yan na, ev dara jiyanê ya ku bi cîhazên girîng ên bêhed hatiye techîz kirin; derbarê hişmendan de, taybet derbarê mirovan de divê bê mêwe û bê feyde û bê heqîqet be. Û wek mînak, însan, ku ji aliyê sermayeyî ve û ji aliyê cîhazê ve ji çûkekê bîst qatî zêde ye û mexlûqekî herî girîng û fezîletdar û mihîm ê vê gerdûnê ye û yê candaran e; wê demê ji hêla bextewariya jiyanê ve wê ji çûkekê bîst qatî kêmtir bikeve û wê bibe belengazekî bextireş û yekî herî zelîl. Hem aqil jî ku nîmeteke herî girabuha ye, bi fikirîna xemgîniyên raboriyê û tirsên pêşerojê dilê mirovî tim û tim diêşîne û xweşiyek hebe neh elemam tevlî dike, ji ber wê (ew aqil) dibe belayeke xudanmusîbet. Eva hanê jî sed qatî batil e. Nexwe, ev jiyana dinyayê, bi awayekî qet‘î ruknê baweriya bi axretê îsbat dike û di her biharekê da ji sêsed hezarî bêhtir numûneyên heşrê radixe ber çavê me.   

   Gelo Muteserifekî Qedîr ê ku di cismê te de, di bexçeyê te de û di welatê te de hemû pêdivî û cîhazên ku ji jiyana te re pêwist û munasib in bi hîkmet û bi înayet û bi rehmet amade dike û di dema wê de digihîne, heta duaya rizqî ya taybet û cuz’î ya ku mîdeya te ji boyî beqayê û ji bo arzûya jiyînê kirî dizane û seh dike û bi xwarinên bêhed xweş qebûlkirina wê nîşan dide û mîdeyê memnûn dike; erê, ew Muteserifê Qadîr ma qet mumkin e ku te nas neke, te nebîne û esbabê ku ji jiyana ebedî re, ku armanca herî mezin a însanî ye, amade neke û duaya beqayê ya mirovî ya herî mezin, herî girîng û herî layiq û herî umûmî, bi avakirina jiyana axretê û bi îcadkirina bihiştê qebûl neke û duaya herî xurt û herî umûmî û ya erd û asîmên dihejîne ya însanî ku mexlûqê herî girîng ê kaînatê ye, belkî sultanê erdê ye û encama wê ye, seh neke û bi qasî mîdeyeke biçûk girîngiyê nedê, memnûn neke û bi vî awayî hîkmeta xwe ya tam û dilovaniya xwe ya bêdawî bide înkarkirin? Haşa sed hezar carî haşa!   

   Hem qet qabil e ku dengê herî veşarî yê herî cuz’î yê jiyanê seh bike, li derdê wê guhdarî bike û dermanê wê bide û nazê wê bikêşe û bi ehemetdariyeke tam xwedî bike û bidiqet xizmetê jê re bide kirin û mexlûqên xwe yên mezin jê re bike xizmetkar û paşê jî wî dengê wek guregura esmên bilind ê jiyaneke herî mezin û giranbuha û baqî

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat