Va ye gorî vê raza ubûdiyetê spasî û ubûdiyet armanca herî girîng a cûreyên jiyanê ne û bi vê girêdayî ya hemû gerdûnê ne ku Qur’ana mu‘cîzul-beyan bi coşdariyeke zêde û bi tundî û bi şîrînayî sewqî şukr û îbadetê dike. Û tekrar tekrar beyan dike ku îbadet mexsûsî bi Cenabê Heq ve ye û şukir layiqî wî ye û pesn xasî bi wî ve ye. Nexwe, ji bo ku were îfadekirin ku divê ev şukr û îbadet rasterast here Malikê xwe yê Rasteqîn, ayetên wek
وَهُوَ الَّذِى يُحْيِى وَيُمِيتُ وَلَهُ اخْتِلاَفُ الَّيْلِ وَالنَّهَارِ
هُوَ الَّذِى يُحْيِى وَيُمِيتُ فَاِذَا قَضَى اَمْرًا فَاِنَّمَا يَقُولُ لَهُ كُنْ فَيَكُونُ
* فَيُحْيِى بِهِ اْلاَرْضَ بَعْدَ مَوْتِهَا
delalet dike ku jiyan bi hemû şuûnatê xwe ve bêperde di destê teserufa xwe de digre, bi awayekî gelek eşkere wasîteyan nefî dike û jiyanê rasterast dide destê qudreta Heyyê Qeyyûm bi tenê.
Belê, tiştên wesîleya şukranê yên piştî jiyanê, yên wek rizq û şîfa û baranê ku minetkarî û şukrê dixwazin û hesta hezkirin û senayê tehrîk dikin jî rasterast aîdê Zatê Rezaqê Şafî ne; esbab û wasîte perde ne; bi ayetên wek
هُوَ الرَّزَّاقُ ذُو الْقُوَّةِ الْمَتِينُ
وَاِذَا مَرِضْتُ فَهُوَ يَشْفِينِ
* وَهُوَ الَّذِى يُنَزِّلُ الْغَيْثَ مِنْ بَعْدِ مَا قَنَطُوا
“rizq û şîfa û baran xasî qudreta Zatê Heyyê Qeyûm ve ye. Ji bo ku were îfadekirin ku bêperde ji wî hatiye
هُوَ الَّذِى * هُوَ الرَّزَّاقُ
îfade kiriye ku gorî qaîdeya nehwê elameta hesr û texsîsê ye. Yê ew taybetmendî dayî dermanan û ew bandor afirandî tenê ew Şafiyê Rasteqîn e.
Remza Çaremîn: Di taybetmendiya bîst û heştê ya jiyanê de hatiye beyankirin ku: Jiyan li şeş ruknên îmanê dinêre û îsbat dike, teheqûqa wan nîşan dide.
Belê, madem encama herî girîng a vê gerdûnê û havên û hîkmeta