Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Wek çawa di Pêşgotina Meqama Duyema a Peyva Bîst û Duduyan de hatiye beyankirin ku, Hezretî Ezraîl (e.) di mijara wezîfeya xwe ya standina ruhan de serî li Cenabê Heq daye, gotiye: “Wê evdên te ji min bixeyidin.” Bersiveka wisa jê re hatiye dayîn: “Ezê perdeyeke nexweşiyan û musîbetan deynim navbera wezîfeya te û yên wefat kirine de; yên wefat bikin wê tîrên nerazîbûn û giliyan bavêjin wan perdeyan û wê neavêjin te.”    

   Gorî raza vê munacatê; wek çawa, da ku xeyidîn û îtîrazên kesên ku rûyê rasteqîn û spehî yê mirinê û yê wefatê ya derheqê bawermandan de nebînin û cilweya rehmeta ku di wê mirinê de ye nezanin neçe zatê Heyê Qeyyûm, wezîfeya Hazretê Ezraîl (e.) jî perdeyek e, her weha esbabê din jî perdeyên zahirî ne. Erê, îzet û ezemet dixwazin ku esbab bibe perdedarê destê qudretê di nezera aqlî de, bes wehdet û celal jî dixwazin ku esbab destê xwe ji tesîra rasteqîn vekêşin. Lê, wechên jiyanê yên hem zahirî hem batinî hem mulk hem melekûtê; ji ber ku bêqirêj û bêkêmasî û bêqusûr in, madeyên ku gilî û îtîrazê bixwazin di wan de nînin, wek wê jî, pîsî û sikiya ku bibe muxalifê îzet û qudretê nîne, ji ber wê rasterast û bê perde radestî destê navê zatê Heyyê Qeyyûm Qeyûm ê “îhyaker û heyatbexş û vejînker” hatine kirin. Nûr jî wisa ye, wicûd û îcad jî wisa ne. Ji ber wê çendê ye ku îcad û afirandin rasterast, bêperde li qudreta zatê Zulcelal dinêrin. Heta, baran ji ber ku çeşîdeke jiyan û rehmet e, lêkirina wê nebûye tabi’ê qanûneke muterîd (birêkûpêk, tekûz), da ku di her dema ku hewceyiya wê hebe de, ji boyî xwestina rehmetê dest bo dergahê îlahî vebin. Eger baran wek derketina rojê tabi’ê qanûnekê bûya, ew nîmeta heyatê her demê bi rica nedihat xwestin.    

   Remza Sêyemîn: Di taybetmendiya Bîst û Nehemîn a jiyanê de hatiye gotin ku: Wek çawa encama gerdûnê jiyan e, şukr û îbadetên ku encama jiyanê ne jî sebeba xulqiyeta gerdûnê ne û îdeala wê ne û encama meqseda wê ne.

   Belê Sani‘ê Heyyê Qeyyûm ê vê gerdûnê bi evqas nîmetên xwe yên cûrbecûr û bêhed xwe bi candaran dide zanîn û xwe bi wan dide hezjêkirin, bêguman di beranberî wan nîmetan de wê spasiyê bixwaze û di beranberî wê xwedanhezkirinê de wê hezjêkirina xwe bixwaze û li hemberî sen‘etên xwe yên giranbuha wê bixwaze ku medh û senayê wî were kirin û hember fermanên xwe yên rebbanî de wê bixwaze ku bi îtaet û ubûdiyetê muqabele were kirin.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat