ên girîng û giranbûha û wezîfeyên wan ên ulwî û umûmî deyne li ber çavan. Paşê lê binêre, li pişt navê Muhyî ezemeta îsmê Heyy bibîne. Û ji hêla van taybetmendî û mêweyên gewre yên vê jiyanê ve zanibe ka îsmê Hey çawa îsmekî e‘zem e.
Hem zanibe ku ev jiyan madem encama herî mezin a gerdûnê ye û armanca wê ya herî mezin e û mêweya wê ya herî giranbuha ye; bêguman divê armanceke mezin a bi qasî gerdûnê ya vê jiyanê jî hebe û encameke wê ya herî mezin hebe. Çunkî wek çawa encama darê mêwe ye, encama mêweyê ya bi wasîteya dendika wê jî dareka îstiqbalê ye. Belê, wek çawa armanc û encama vê jiyanê jiyana ebedî ye, mêweyeke wê jî, şukr û îbadet û hemd û muhebeta li hemberî zatê Heyy û Qeyyûm e ku, heçî ev şukr û muhebet û hemd û îbadet e wek çawa mêweya jiyanê ye, her weha armanca gerdûnê ye jî. Û ji vê çendê zanibe ku yên dibêjin armanca jiyanê “Jiyanake rehet e, tamsehkirineka bixeflet e û nîmetdîtineke heweskarane ye”, wana ni’meta jiyanê û diyariya şuûrê û qenciya aqil a ku gelek giranbûha ne bi awayekî munkîrane, a rast kafirane, bi cehaleteke çiqas gelek sik îstîxfaf dikin û tehqîr dikin û kufraneke nîmetê ya zêde dikin.
Remza Duyemîn: Ji bo beyankirina hemû mertebe û wesf û wezîfeyên vê jiyanê ya ku cîlweyeke e‘zem a îsmê Heyy e û teceliyeke eltef a îsmê Muhyî ye ku di Remze Yekemîn de fêristeya wê hatiye behskirin, pêwist e bi qasî hejmara wan wesfan rîsale werin nivîsîn, ji ber ku di parçeyên Rîsaleê Nûrê de beşeke wan wesfan û wan mertebeyan û wan wezîfeyan hatine ravekirin, piçekî emê bi tefsîlatî hewaleyî Rîsaleê Nûrê bikin û li vir emê çendekan bi kurtî nîşan bidin.
Va ye, di taybetmendiya bîst û sisêyan a ji bîst û neh taybetmendiyê jiyanê de wisa hatiye gotin: Ji ber ku herdu aliyên jiyanê jî şefaf in, bêqirêj in, esbabê zahirî ji teserufata qudreta îlahî ya di wan de nebûne perde.
Belê raza vê taybetmendiyê eve ye ku: Di gerdûnê de, çendî ku di her tiştî de bedewiyek û qencî û xêr heye û şer û sikî gelek hindik in û wahidê qiyasî ne, ku ji cihet nîşandayîna mertebeyên bedewî û qenciyê û pirbûn û zêdebûna heqîqetan ve, ew xerabî dibe xêr û ew sikî jî dibe bedewî. Bes, sikî û xerabî û belayên zahirî yên di nezera zahirî ya hişmendan de û xeyidîn û giliyên ku ji musîbetan tên ji bo ku berê wan nekeve zatê Heyy û Qeyyûm, hem da ku temasa bizzat û bêperde ya qudretê ku qudsî û munezeh e ya bi tiştên ku di nezera zahirî ya aqilî de xesîs û pîs tên dîtin de nebe muxalifê îzeta qudretê, sebebên zahirî ji teserufata wê qudretê re bûne perde. Heçî ew esbab e nikarin îcad bikin, belkî da ji gilî û îtîrazên neheq re bibin hedef û ji bo parastina qudsiyet û munezehiyeta qudretê ye.