di nav hev de ne û girîft in, û wek heft rengên di roniyê de ne tevlîhev bûne, belkî îtîhad kirine û her yek ji wan fê‘lan ji aliyê mahiyetê ve, di nav yekîtî û wehdetê de ekser mewcûdat dorpêç kirine û di nav xwe de hewandine û fê‘leke wehdanî ne, bivê-nevê, pêwist e failê wê zatek tenê be û ji ber ku her yek ji wana gerdûn hemû dagir kirine û bi ef’alên dî re bi awayekî alîkarane bûne yek û gerdûn xistine hukmê kulleke wisa ku parçebûnê qebûl neke; eynen wisa jî ji ber ku her mexlûqekî candar dendikek û fêhristek û nimûneyeke gerdûnê ye, gerdûn ji hêla rubûbiyetê ve xistine hukmê kulleke wisa ku parçebûn û dabeşbûna (înqisama) wê derveyî îmkanê ye.
Nexwe, gerdûn kulleke wisa ye ku hetanî yek bibe rebê cuz’ekî, divê bibe rebê wê kullê hemûyê. Û kulleke wisa ye ku her cuz’ek dikeve hukmê ferdekî, ji bo ku rubûbiyeta xwe bi ferdekî bide qebûlkirin divê wê kulliyê hemûyê musexer bike.
Îşareta Şeşemîn: Ferdaniyeta rebbanî û wehdeta îlahî wek çawa sebeb û esasa hemû kemalatan (Haşiye) e û menşe û kaniya hîkmet û meqsedên ku di xulqiyeta gerdûnê de ne û kanî û çareya tekane ya çêbûna daxwaz û arzûyên hişmedan û aqilmendan, nexasim ya mirovan e. Eger ferdiyet nebe, wê hemû daxwaz û arzûyên beşerî bitefin. Hem wê encamên xulqiyeta gerdûnê bibin tune û hem wê bibin wesîleya în’îdama ekser kemalatên ku mewcûd û muheqeq in.
Mesela: Di mirovî de arzûyeyek beqayê ya herî şedîd û muhkem û hem di dereceya eşqê de heye. Û ji bo dayina wê xwestekê, ew zatê han dikare wê arzûya beqayê bide, yê ku kaînat hemî bi sirra ferdiyetê di destê xwe de girtî, û hem bi awayê hêsaniya dadana deriyê odeyekê û vekirina yê odeyeke dî, dikare deriyê dinyayê dade û yê axretê veke. Û wekî wê arzûyê, bi hezaran arzûyên beşerî yên hetanî ebedê diçin û belavî çarmedora gerdûnê bûyî hene ku bi raza ferdiyetê û bi heqîqeta tewhîdê ve girêdayî ne. Eger ew ferdiyet nebe, wana nabin û wê bê encam bimînin. Û eger Zatekî ferd ê ku bi wehdetê yekser teserufê hemû gerdûnê bike nebe, ew daxawazana bi cî nayên. Fereza bi cî were jî wê kêm bimîne.