Çunkî, eger mudaxeleya yên dî hebûya, bêguman ev pergala hesas û ev întîzam û ev muwazeneya gerdûnê wê xerabibûya, wê esera bêîntîzamiyê bixuyaba. Bi raza ayeta
لَوْ كَانَ فِيهِمَا آلِهَةٌ اِلاَّ اللّٰهُ لَفَسَدَتَا
yê ev nîzama kaînatê ya xarîqe ya bêkêmasî wê tevlîhev bibûya û wê ketiba fesadê. Halehal, ji ber ku bi ayeta
فَارْجِعِ الْبَصَرَ هَلْ تَرَى مِنْ فُطُورٍ
ê ji zerreyan bigre hetanî gerstêrkan, ji erdê hetanî asîmên ji tu aliyan ve esereke qusûr û kêmasî û bêserûberiyê (muşeweşiyet) naxuye; ev pergala gerdûnê û ev întîzama mexlûqatî û ev muwazeneya mewcûdatî bi awayekî gelek geş cilweya e‘zem a îsmê Ferd nîşan dide û şahidiya wehdetê dike.
Hem bi raza cilweya ehediyetê, mexlûqa herî biçûk a candar di şûna mîsaleke musexer a gerdûnê de ye û fihrîsteke wê ya biçûk e; ji ber wê ye ku yê li wê candara tenê xwedî derkeve divê ew zat be yê gerdûn hemû di bin teserûfa wî de ye. Û ji ber ku dendikek ji hêla xulqiyetê ve ji darekê ne kêmtir e û darek di hukmê gerdûneke biçûk de ye û her candarek jî di hukmê gerdûnek û alemeke biçûk de ye; cilweya vê raza ehediyetê şirk û îştîrakê dixe dereceya muhalê. Ev gerdûn bi wê razê ne ku hema kulleke wisa ye ku parçebûnê qebûl nake; belkî ji aliyê mahiyetê ve di hukmê kulleke wisa de ye ku înqisam (dabeşbûn) û îştirak (hevbeşî) û parçebûna wê ne qabil e û destên zêde qebûl nake; ji ber wê her cuz’ek di hukmê cuz’ek û ferdekî de ye û ew kull jî di hukmê kullekê de ye; ji ber hindê ji tu aliyan ve îmkana îştîrakê nabe. Cilweya e‘zem a vî îsmê Ferd, bi raza ehediyetê, bi awayekî eşkere heqîqeta tewhîdê îsbat dike.
Erê, wek çawa ji ber ku enwa‘ê gerdûnê di nav hev de giriftin û hevdu şidandine û wezîfeya her yekî li gişkê dinêre, gerdûn kirine hukmê kulleke ku ji hêla rubûbiyet û îcadê ve parçebûnê qebûl nake, eynen wisa jî ef’alê gişkê yê muhît ê ku fealiyeta gerdûnê nîşan dide jî ji ber ku di nav hev de ne; yanî, wek mînak di nav fê‘la dana heyatê de, di heman gavê de fi’ila xweyîkirin û riziqdayinê dixuye. Û di nav fê‘lên xweyîkirin û îhyayê de, di heman demê de fê‘lên tenzîm û techîzên cesedê wî candarî dixuye. Û di nav fê‘lên xweyîkirin û îhya û tenzîm û techîzê de, di heman demê de fê‘lên teswîr û terbiye û tedbîrê dikevin ber çavan. Û hakeza…Ji ber ku ef’alên muhît û umûmî