Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

bixwe bi hêsanî wan parçeyana terkîb neke û nede xebitandin, belkî ew parçeyên wê ji bo ku bi mesrefên gelek zêde xwe bixwe bixebitin û ji dêl wî hosteyî ve, fabrîqe û qesr û saetê çêbike, kitêbê binivîse; her cuz’eke wê, her çerxeke wê, hetta kaxez û qelemê dixe şûna makîneyeke xarîqe. Û hemû wan hunerên xwe yên ku gelek dixwest ku teşhîr bike û ustadiya xwe ya ku dibe wesîleya îzhara kemalata wî û sen‘etê wî hewaleyî wan dike” Eger zen bike ku wisa ye, tuyê zanibî ka çiqas ji aqilî dûr e û çiqas cehalet e. Eynen wisa jî, yên îcadê bi esbab û sirûştê ve girêdidin dikevin cehaleteke qat qat. Çunkî esereke sen‘etê ya gelek birêkûpêk li ser sirûştan û li ser sebeban bixwe jî heye, wana jî wek mexlûqên dî masnû’ in. Ew zatê ku wana wisa çêkirine, encamên wana jî çêdike, bi hev ra nîşan dide. Yê dendikê dixuliqîne, dara ku li ser wê şîn tê jî ew çêdike. Hem yê ku dar xuliqandiye, mêweyên ku li ser wê jî ew îcad dike. Yan na, ji bo ku siruşt û sebebên cuda cuda werin wicûdê wê dîsa siruşt û sebebên dî yên birêkûpêk bixwaze. Û hakeza, hinde bibe wê mirov qebûl bike ku silsileyeke mewhûmatê ya bêdawî û bêmane û neqabil heye. Eva jî, ji cehaletan ya herî entîke ye.   

   Îşareta Pêncemîn: Di gelek deran de me bi delîlên qet‘î îsbat kiriye ku, taybetmendiya herî bingehîn a serweriyê, serxwebûn e, înfîrad e. Heta siheka qels a serweriyê di mirovên bêhêz (aciz) de jî ji bo ku serxwebûna xwe biparêze mudaxeleya xelkê bi tundî red dike û destûrê nade hin têkilî wezîfeya wî bibin. Gelek padîşah da ku mudaxele çênebe zarokên xwe yên bêguneh û birayên xwe yên gelek ji wan hez dikir bi awayekî bê merhemet kuştine. Nexwe, taybetmendiya herî bingehîn a serweriyê û pêwistiya wê ya ku înfîkakê qebûl neke û pêdiviya wê ya daîmî; serxwebûn e, înfîrad e, reda mudaxeleya xelkê ye.   

   Va ye ji ber vê taybetmendiya wê ya gelek bingehîn e ku serweriya îlahî ya di dereceya rubûbiyeta mutleq de ye, bi gelek tundî beşdariyê (îştîrak) û mudaxeleya xelkê red dike; ji ber vê ye ku Qur’ana Mucîzulbeyan jî bi gelek coşdarî (heraret) û bi tundî û tekrar tekrar tewhîdê nîşan dide û bi gefên mezin şirk û îştîrakê red dike.   

   Va ye, wek çawa serweriya îlahî ya ku di rubûbiyetê de ye, bi awayekî gelek qet‘î tewhîd û wehdetê pêwist dike û gazîkerek gelek xurt û pêwistiyek gelek zêde nîşan dide, eynen wisa jî mukemeltirîn întîzam û xweşiktrîn însîcam a di rûyê gerdûnê de ya gelek mukemel û ya ji hemû gerdûnê û ji hemû stêran bigre hetanî nebat û heywan û madenan, hetanî parçe û ferdên wê û hetanî zerreyan şahidekî adil û burhaneke bahir in ku ji wê wehdetê re tu gumanan nahêle.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat