Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Temsîla Duyemîn: Rewşa sekinandina kevirên di quba mizgeftekî biqube ya wek ya Ayasofyayê de û sekinandina wan keviran a wisa hilawîstî eger were dayîn bo hosteyekî, ew hoste bi hêsanî dikare wê rewşê bide wan. Eger ketina wan keviran a bo wê rewşê werin spartin bo keviran, hingê divê her kevirek ji hemû kevirên dî re hem bibe hakimê mutleq hem jî bibe mehkûmê mutleq. Ta ku karibin serê xwe bidin hev û wisa hilawîstî rawestin. Nexwe, ji bo ku ew karê ku wî hosteyî bi hêsanî kirî were kirin divê sed hoste û sed qat karên ji yê wî zêdetir werin kirin, paşê wê ew rewş were standin.   

   Temsîla Sêyemîn: Wek mînak, dinya, ji ber ku memûrekî zatê Ferd û Wahid e û leşkerekî wî ye, tenê ew leşkerê ji ber ku li fermana wî zatî tenê guhdarî dike, ji bo bidestxistina encamên wek çêbûna demsalan û peydabûna wextên şev û rojê û zahirbûna tevgera ulwî û muhteşem a di asîmanan de û guherîna dîmenên asîmanî yên sînemawarî; leşkerekî tenê yê wekî dinyayê, bi stendina fermaneke zatekî tenê, bi cazîbeya ku ji kêfxweşiya wê wezîfeyê tê, wek Mewlewiyê meczûb radibe semayê û dibe wesîleya çêbûn û diyarbûna tevekê wan encamên muhteşem. Goya ew tek leşkerê han, ji manewraya muhteşem a li ser rûyê gerdûnêye re fermandariyekê dike. Eger neyê dayîn bo wî zatê Ferd ê ku serweriya ulûhiyeta wî û selteneta rubûbiyeta wî gerdûn dorpêç kiriye û hukmê wî û fermana wî li hemû mewcûdatê derbas dibe, hingê ji boyî tehsîla wê manewra asîmanî û demsalên erdî divê bi milyonan stêr û kureyên ku hezar carî ji dinyayê mezintir in, her sal di her bîst û çar saetî de mesafeyeke dûr a qonaxa milyonan salan bigere, ancax wê demê dikare wan encaman bibîne.   

   Va ye memrekî tenê yê wek kureya erdê ya ku wek Mewlewiyekî meczûb du hereketan wê yên di ser mîhwer û medara xwe digere hene.. Wek çawa çêbûna encamên muhteşem ên ku ji wan herdu hereketan hasil dibin mîsala wê çendê ye ku di wehdetê de hêsaniyeke çiqas bêhed heye; ji bo ku mirov wan encamana bi dest bixe, hereketên milyonan caran muşkiltir û rêyên bêhed dirêj pêwist in, va ye eva hanê çiqas muşkile ye, belkî muhal e; ev mîsala wê çendê ye ku di riya şirk û kufrê de çiqas muhal hene û çiqas tiştên batil hene.    

   Bi vê mîsala hanê, li cehaleta esbabperest û siruştperestan binêre. Wek mînak “zatek piştî ku bi hunera xwe ya fewqelade parçe û çerxên fabrîqeyeke xarîqe an jî saeteke ecêb an jî qesreke muhteşem an jî kitêbeke mukemel bi awayekî gelek birêkûpêk amade kir, ew

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat