Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

dareka çamê ya bi qasî çiyakî mezin li ser milê xwe hilgire. Belê wek çawa ji ber ku fermandarekî gelek mezin dikare artêşekê li hawara neferekî bişîne û dikare artêşekê li pişt wî neferî kom bike, ew nefer bi hêza manewî ya ku artêşek li pişt wî ye, li ser navê fermandarê xwe karên gelek mezin dibîne. Eynen wisa jî Sultanê Ezelî ji ber ku Ferd û Ehed e, -Ji tu aliyan ve hewceyî nîne lê eger hesêbankî hewceyî hebe- hemû tiştan li hawara her tiştan dişîne û artêşa gerdûnê li pey her tiştî kom dike û her tişt xwe dispêre hêzeke bi qasî gerdûnê û li hemberî her tiştî hemû eşya –hesêbankî eger hewcedarî hebe- dikare bikeve şûna hêza wî Fermandarê Ferd. Eger ferdiyet nebe, her tişt wê hemû hêzê winda bike û bibe hîç û wê ji qîmetî bikeve; encamên wê jî dibe tune. Va ye ev eserên gelek xarîqe yên her demê em li ber çavê xwe dibînin ku ji tiştên gelek biçûk û bêqîmet çêdibin, bi eşkereyî ferdiyet û ehediyetê nîşan didin. Yan na, encam û mêwe û esera her tiştî wê wek madde û hêza wî tiştî biçûk bibana û wê bibana tune. Û zêde-erzanbûn û pirbûna van tiştên gelek giranbuha yên em li ber çavê xwe dibînin, qet nediman. Qawûnek û hinareka ku niha em dikarin bi pênc qurûşan bikirrin, me nedikariya bi çil hezar lîreyî bixwariya. Belê, hemû hêsaniyên di dinyayê de, hemû erzanî, hemû zêdehî ji wehdetê tên û şahidiya ferdiyetê dikin.   

   Xala Duyemîn: Mewcûdat bi du awayan tên îcadkirin. A yekê, îcada ji tunehiyê ye ku jê ra “îbda û îxtîra” tê gotin. Ya dî “înşa û terkîb” jê re tê gotin ku ji unsûr û tiştên heyî tên komkirin û bi vî awayî wicûdek ji wan re tê dayin. Eger li gorî cilweya ferdiyetê û raza ehediyetê be, hêsaniyeke bêhed derece, a rast bi hêsaniyeke ku di dereceya wucûbê de çêdibe. Eger neyê dayin bo ferdiyetê dê bê hed zor û ne maqûl be, belkî dê di dereceya îmtîna‘yê de zehmet be. Halehal mewcûdata ku di gerdûnê de ye heta tu bibêjî bêkulfet û hêsanî û gelek tekûz çêdibe; eva hanê eşkere cilweya ferdiyetê nîşan dide û isbat dike ku her tişt rasterast hunera zatê Ferdê Zulcelal e.   

   Belê, eger her tişt were dayîn bo Ferdê Wahid, wek tu firek av vexwî dê bi wê qudreta xwe ya bêdawî ya ku mezinayiya wê bi eserên wî tê zanîn, îcad bike û wê bi wî ilmê xwe yê bêdawî yê fireh, ji her tiştî re şûna qalibeke manewî mîqdarekê tayîn bike. Li gorî sûret û plana her tiştê ku di neynika ilmê wî de ye, zerreyên her tiştekî bi hêsanî di wî qalibê ilmî de bi cî dibe, bi awayekî birêkûpêk weziyetên wê dihêvişînin.   

   Eger pêwist bike ku ji derdorê zerre werin komkirin jî, ji hêla qanûnên ilmî û distûrên biîhate ên qudretê ve ew zerreyana ji ber

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat