Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

unsûr û mexlûqatê bêcan ên li ser rûyê erdê qetê nezer bikin; tenê li vê sikeya neqişandî ya bi tayên avoyên dused hezar taifeyên heywanan û dused hezar cûreyên nebatan hatî raçandin binêre: Em bi çavê xwe dibînin ku di demsala biharê de, ji her tişta ku pêwistiya wê heyî her tiştî yên di nav hev de, digel hev, şeklên wan ên cud cuda, xizmetên wan ên cuda cuda, cîhazên wan ên cuda cuda, bêyî ku yekî bi tenê jî şaş bike, xelet bike, di nav tevlîheviyeke bêpayan de, bi tefrîq û temyîzeke heta tu bibêjî bi pîvaneke gelek hesas, bêyî zehmetî, tam di demê wê de, ji wê dera hêvî jê nedikir de tê dayîn; ji ber wê çendê, ew keyfiyet ew tedbîr û ew îdarêyên di rûyê erdê de mohreke wisa ya wehdaniyetê û sikeyeke wisa ya ehediyetê ye ku ew zatê ku ew mewcudat hemû yekcarê û ji tuneyê îcad nekiribe û îdare nekiribe, ji hêla rubûbiyet û îcadê ve nikare tevlî tiştekî bibe. Çunkî eger tevlî bibe wê ew muwazeneya îdareyê ya bêhed fireh xera bibe. Bes, bi fermana Xwedê xizmeteke sûrî ya mirovan a ji husnê cereyana wan qanûnên rubûbiyetê re heye.

   Sikeya Sêyemîn: Di rûyê mirovan de… Belkî rûyê mirovî sikeyeke ehediyetê ya wisa ye ku, ew sebeba ku hemû ferdên însanî yên ji dema Adem hetanî qiyametê hatîn û nû werin yekser di nezera mutaleya xwe de negire û ji her yekî ji wan re di wî rûyê tenê de elemateke farîqe nexistibe û di wî rûyê biçûk de elametên farîqe yên bêhed nedanibe, ji aliyê îcadê ve nikare destê xwe dirêjî mohra wehdaniyetê ya di rûyê yek mirovî tenê de ye bike.    

   Belê, ew zatê ku rûyê mirovî mohr kirî, bêguman hemû ferdên însanî di nezera şuhûda wî û di daîreya ilmê wî de ne ku rûyê her mirovekî digel ku di organên esasî yên wekî çav, guh, devî de dişibihin hev jî, lê her yek bi elameteke farîqe tam naşibihe tu kesî. Wek çawa di wî sîmayî de organên wekî çav û guh di hemû ferdan da dişibihin hev, sikeyeke tewhîdê ye û şahidiyê dike ku Sani‘ê wî new‘ê însanî yek e û wahid e; eynen wisa jî ji bo parastina huqûqê mirovan û ji bo ku di wan sîmayan de îltîbas çênebe û ji bo ku ji hev werin cudakirin di ser new‘ên dî re, wana bi gelek elametên farîqe yên bihîkmet cuda kirine, eva hanê hem îrade û îxtiyar û meşîeta wî Sani‘ê Wahidî nîşan dide, digel wê jî dibe sikeyeke ehediyetê ya cuda û gelek birêkûpêk ku zatek, sebebek ku hemû mirov, hemû heywan, a rast hemû gerdûn neafirandî be, nikare wê sikeyê deyne.    

   Îşareta Duyemîn: Alem û enwa û unsûrên gerdûnê ewqas di nav hev re çûne û ketine nav hev de ku ew sebeba ku nebe xwediyê heyeta mecmûeya wê, nikare teserufeke rasteqîn di çû unsûrên wê de bike.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat