Nukteya Çaremîn a Lem‘eya Sîhemîn
Nukteyeke ayeta
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
قُلْ هُوَ اللّٰهُ اَحَدٌ
ê û îsmekî e‘zem ê ku îsmên Wahid û Ehed digre nava xwe yan jî cilweyeke navê Ferd ê ku nûrek ji şeş nûrên îsmê e‘zem e, di şewala şerîf de, di girtîgeha Eskîşehîrê de li ber min xuya bû. Emê tefsîlata wê cilweya e‘zem hewaleyî Rîsaleê Nûrê bikin û li vir emê bi heft îşaretan tewhîda heqîqî a ku îsmê Ferd bi teceliya xwe ya e‘zem nîşan dayiye, bi kurtayî beyan bikin.
Îşareta Yekemîn: Peyva Bîst û Duyemîn û Nameya Sîh û Sisiyê bi tefsîlat nîşan dane ku Ferd ku îsmê e‘zem e, bi teceliyeke mezintirîn mohreke wehdaniyetê daniye ser heyeta mecmûeya gerdûnê û her new’eke wê û her ferdeke wê. Li vir emê tenê sê sikeyan nîşan bidin.
Sikeya Yekemîn: Cilweya ferdiyetê, sikeyeke wisa ya wehdetê daniye ser rûyê gerdûnê ku, gerdûn kiriye hukmê kulleke ku parçebûyinê qebûl nake. Ew zatê ku nikaribe teserufê li hemû gerdûnê bike, nikare li tu parçeyên wê bibe xwediyê heqîqî. Ew sike jî ev e:
Mexlûqên gerdûnê û cûreyên (enwa’) wê wekî çerxên fabrîqeyekê alîkariya hev dikin; ji boyî temamkirina wezîfeyên hev dixebitin. Wisa piştgiriyê didin hev, wisa alîkariya hev dikin, wisa bersiva pirsên hevdu didin, wisa li hawara hev dibezin, wisa hevdu hemêz dikin, wisa diçin di nava hevdu de, bi vî awayî yekîtiyeke heyînê (wehdetê wicûd) ya wisa teşkîl dikin ku, wek unsûrên di laşê mirovekî de, ne qabile ji hev werin veqetîndin. Yê hevsarê unsûrekê bigre, eger nikaribe hevsarê hemûyan bigre nikare hevsarê wê unsûrê tenê jî zebt bike. Va ye ev hevkarî, ev hev-piştevanî, ev ‘hev-destegîrî’ û ev hev-hemêziya ku di rûyê kaînatê de, mohreke eşkere û mezin ya wehdetê ye.
Sikeya Duyemîn: Di rûyê erdê de û di sîmayê biharê de, bi cilweya îsmê Ferd mohreke ehediyetê û sikeyeke wehdaniyetê ya wisa geş dixuye û ev îsbat dike ku ew zatê ku hemû candarên li ser rûyê erdê, bi hemû ferdên wê ve, bi hemû ehwal û şuûnatê wê ve îdare neke û hemûyan di yek carê de nebîne û nezanibe û îcad neke; ji aliyê îcadê ve, ew têkilî tiştekî nabe. Ew sike jî ev e:
Emê ji sikeyên gelek birêkûpêk, bes veşarî yên madeyên madenî û