pêwist dibînin û wî nîşan didin; cehaletek û dînîtiyeke çiqas ecêb e, nayê tarîfkirin. Belê, di dinyayê de tişteka ku herî zêde li ecêba merivî here hebe ew jî ev înkar e. Çunkî digel ku bi întîzamat û hîkmetên bêhed ên di mewcûdata gerdûnê de şahidên heyîn û yektiya wî hene jî digel wê nedîtina wî û nasnekirina Wi çiqas korîtî ye û çiqas cehalet e, cahilê herî kor jî dizane. Heta ez dikarim bêjim ku di nav ehlê kufrê de sofestaiyên ku heyîna gerdûnê înkar dikin û ji ber wê çendê ehmeq tên zênkirin aqilmendtirînên wan in. Çunkî ku mirov heyîna gerdûnê qebûl bike, lê baweriyê bi Xwedê û bi Afirînerê wê neîne ev ne qabil û ne mumkin e, ji ber wê çendê wana dest bi înkarkirina gerdûnê kirine. Gotine “Qet tiştek nîne” û ji aqilî îstîfa kirine û ji bêaqiliyên bêhed ên munkirên dî yên di bin perdeya aqilî de ne rizgar bûne û piçekê nêzî aqilî bûne.
Xala Çaremîn: Wek çawa di Peyva Dehemîn de hatiye nîşandan, Sani‘ekî Hekîm û hosteyekî gelek zanakî bihîkmet, di her kevirê qesrekê da sedan hîkmetê bi hesasiyet taqîb bike, paşê ji wê qesrê ra bên çêneke û ji ber xerabûna wê ya belesebeb hîkmetên bêhed ên ku wî taqîb dikir winda bike, tu zîşuûr wê qebûl nakin û her weha Hekîmekî Mutleq ji hîkmeta xwe ya tam tevî ku ji dendikeke bi qasî dîrhemekê sedan ritlî feyde û xaye û hîkmet bidiqet taqîb dikir; dareke qerase ya bi qasî çiyayî. Ji bo ku feydeyeke tenê ya bi qasî dîrhemekê û armanceke tenê û mêweyeke tenê bide, gelek mesrefê li wê dara qerase bike û sefaheteke musrifane ya bi temamî dijber û zidê hîkmeta xwe bike, ji çi cihetî ve îmkana wê nîne; eynen wekî wê jî, sani‘ê Hekîm ê ku sedan hîkmet li her mewcûdeke vê qesra gerdûnê kirî û bi sedan wezîfeyan techîz kirî û heta her darekê bi qasî mêweyên wê hîkmet û bi qasî kulîlkên wê wezîfe dayînê, bi neanîna qiyametê û bi çênekirina heşrê wan hemû hîkmetên hed û hesab jê re neyîn û wezîfeyên bêpayan wisa ebes û beytişe û winda bike eva hanê wek çawa eczekî mutleq dide qudreta tam a wî Qedîrê Mutleqî; her weha tê wê maneyê ku ebesiyet û bêfeydeyiyeke bêhed dide hîkmeta tam a wî Hekîmê Mutleqî û sikiyeke bêdawî dide cemala rehmeta wî Rehîmê Mutleqî û zulmeke bêdawî dide dadweriya tam a Adilê Mutleqî. Eva hanê muhaleke herî ecêb e ku tiştên bêhed batil tê de hene.
Bila ehlê delaletê were, lê binêre; wek wê gora xwe ya ku wê têkeviyê û ew dihizrîne di averêtiya xwe de çiqas tarî ye û çiqas hêlîna mar û dûpişkan e, bila bibîne. Û bila zanibe ku heçî baweriya bi axretê ye, rêyeka xweş û nûranî ya wek bihiştê ye, bila têkeve îmanê.