Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Û eger di nava gerdûnê de hevparekî ku tiliya xwe têkil bike hebe, pêwist e di dendika herî biçûk de jî pardar be. Çunkî ew nimûneya wê ye. Nexwe, du rubûbiyetên ku nikarin di vê gerdûna qerase de bi cî bibin pêwist e di dendikekê da, a rast di zerreyekê da bi cî bibin. Eva hanê jî muhaleke herî bêmane û dûr a muhalan e û xiyalên batil in. Vêca fam bike bê ka ew şirk û kufra ku ‘ecza zatê ku tevekê ehwal û keyfiyeta alema mezin di bin nîzama edla xwe û mîzana hîkmeta xwe de girtî, îqtiza dike ‒heta ecza wî di kulîlkekê de jî, bê ka çiqas bê hed û hesab xîlafeke qatqatî, xetayek û derewek e. Û hem bizane ku tewhîd jî, çiqas bê hed û hesab qatqat bêtir heq, heqîqet û rastiyê ye. Û bibêje:

اَلْحَمْدُ لِلّٰهِ عَلَى الْاِيمَانِ

 

   Xala Sêyemîn: Sani‘ê Qedîr bi îsmê xwe yê Hekem û Hekîm hezaran alemên muntezem xistine di nava vê alemê de. Di nav wan aleman de, mirov, ku herî bêhtir medar û mezherê hîkmetên di gerdûnê de ye, di hukmê navendekê, medarekî de afirandiye. Û hîkmet û faydeyên herî girîng ên daîreya wê gerdûnê li mirovî dinêrin. Û di nav daîreya mirovî de jî rizq kiriye şûna navendekî. Di alema însanî de piraniya hîkmet û meslehetan li wî rizqî dinêrin û bi wî tezahur dibin. Û di mirovî de bi wasîteya şuûr û zewqê cilweya îsmê Hekîm bi awayekî gelek geş dixuye. Û her fennek ji wan bi sedan fennên ku bi wasîteya şuûra însan hatî keşfkirin di new’ekê da cilweyeke îsmê Hekem didin naskirin.

   Mînak, ji fennê tibbê were pirsîn: “Ev gerdûn çi ye?” Bêguman wê wisa bêje: “Dermanxaneyeke gelek mezin a muntezem û mukemel e. Di nava wê de her dermanek spehî hatiye amadekirin û îstîfkirin.” Eger ji fennê kîmyayê were pirsîn “Ev kureya erdê çi ye?” We bêje “Kîmyaxaneyeka gelek muntezem û mukemel e.” Wê fennê makîneyê bêje: “Fabrîqeyeke gelek mukemel e ku qet tu kêmasiya wê nîne.” Wê fennê zerîetê wisa bêje: “Heta tu bibêjî berdar e, zeviyeke muntezem û bexçeyeke mukemel e ku her cûre dexl û danî di dema xwe de digihîne.” Wê fennê tîcaretê bibêje: “Pêşangeheke gelek muntezem e, bazareke gelek binîzam e û dikaneke gelek bisen‘et e” Wê fennê aboriyê bêje:    “Embareke gelek birêkûpêk e ku hemû çeşîdên erzaqî tê de hene.” Wê fennê rizqê bêje: “Aşxaneyeke rebbanî û sîtileke rehmanî ye ku sed hezaran xwarinên tamxweş, bi hev ra bi întîzameke tam tê de tên pijandin.” Wê fennê leşkerî bêje: “Dinya leşkergehek e. Di demsala her biharekê de çendî ku çarsed hezar miletên têvel ên nû ketî di bin silehî de ên li ser rûyê erdê konên wan hatî vedan hene, erzaqên wan ên cuda cuda, kincên wan û çekên wan ên cuda cuda, te’lîmat û terxîsatên wan ên cuda cuda, bi întizameke tam, yek tenê jî nayê ji bîr kirin, nayê şaşkirin, bi ferman û hêz û merhemet û gencîneya yek Fermandarê E‘zem gelek bi rêkûpêk tê kirin û tê îdarekirin.” Û ji fennê elektrîkî were pirsîn, wê bibêje:

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat