Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

tevlî wê mîzana xas û wê întîzama hûr a ku hekîmane û besîrane ne ye, bibin. Eger têkil bibana, bêguman dê esera tevlîheviya bixuyana. Halehal ji tu aliyan ve bêîntîzamî nayê dîtin.

   Xala Duyemîn a Nukteya Sêyemîn: Du Mesele ne.   

   Meseleya Pêşî: Wek çawa di Peyva Dehemîn de hatiye beyankirin, cemaleka ku heta tu bibêjî di kemalê de ye û kemalake ku heta tu bibêjî di cemalê de ye bêguman dixwaze xwe bibîne, xwe bide nîşandan û xwe teşhîr bike; eva hanê qaîdeyekî bingehîn e. Va ye ji ber vê distûra umûmî ya bingehîn e ku Neqaşê Ezelî yê kitêba gewre ya gerdûnê ji bo ku bi vê gerdûnê û bi her rûpeleka vê gerdûnê û bi her rêzeka wê û heta bi her herf û xalên wê xwe bide naskirin û kemalata xwe bide zanîn û cemala xwe nîşan bide û xwe bide hezjêkirin; ji cuz’iyê hetanî kuliyê bi lîsanên zêde yên her mexlûqekî cemala kemala xwe û kemala cemala xwe dide naskirin û xwe dide hezjêkirin.    

   Va ye, ey mirovê xafil! Ev Hakimê Hekemê Hekîmê Zulcelal wel Cemal digel ku dixwaze bi her mexlûqekî xwe bi awayên wisa bêhed û rewneq li hemberê te xwe bi te bide naskirin û hezjêkirin, ku tu li hember xwedanasandina wî bi îmanê wî nas nekî û li hember xwedanhezkirina wî bi ubûdiyeta xwe tu xwe pê nedî hezkirin, ev cehaleteke çiqas bêhed û qat qat e û çiqas xesaret e, bizane û hişyar be!   

   Meseleya Duyemîn a Xala Duyemîn: Di mulkê Sani‘ê Qedîr û Hekîmê vê gerdûnê de cihê beşdariyê nîne. Çunkî, ji ber ku di her tiştî de rêkûpêkiyeke heta tu bibêjî heye, nabe ku beşdariyê qebûl bike. Çunkî, eger destên zêde tevlî karekê bibin wê ew kar tevlîhev bibe. Di welatekî da du padîşah, di bajarekî da du parêzgar, di gundekî da du serkar (midûr) hebin, wek çawa dê di her kareke wî welatî û wî bajarî û wî gundî de tevlîheviyek dest pê bike; ku mirovekî kêmtirîn ê wezîfedar qebûl nake ku kesekî dî mudaxeleyê di karê wî de bike, eva hanê nîşan dide ku xusûsiyeta bingehîn a serweriyê bêguman serxwebûn e û înfîrad e. Nexwe, întîzam wehdetê û serwerî jî înfîradê pêwist dike. Madem siheka demkî ya serweriyê di van mirovên ku hewcedarê alîkariyê ne û bêhêz in de bi vî awayî destwerdanê red bike, bêguman, serweriyeke mutleq a rasteqîn ya di dereceya rubûbiyetê de di Qedîrekî Mutleq de pêwist e bi hemû tundiya xwe ve red bike Eger bi qasî zerreyê mudaxele çêbiba wê întîzam xerabibûya. Halehal ev gerdûn bi awayekî wisa hatiye afirandin ku, ji bo afirandina dendikekê, qudreteka afirandina darekê pêwist e. Ji bo ku darek were afirandin jî qudreteka afirandina gerdûnê pêwist e.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat