Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Belê, rûpeleka vê kitêba gewre rûyê erdê ye. Di wê rûpelê de tê dîtin ku bi qasî hejmara taîfeyan nebat û heywanan kitêb di nav hev de, bi hev ra, di demekê da, bêşaşî, bi awayekî gelek tekûz, di demsala biharê de hatiye nivîsîn. Rêzeka vê rûpelê bexçeyek e. Em bi çavê xwe dibînin ku qesîdeyên menzûn ên bi qasî kulîlk û dar û nebatên di wê bexçeyê de; digel hev, di nav hev de, bêşaşî hatine nivîsîn. Peyveka wê rêzê darek e ku kulîlkên xwe dane û ji bo ku berê xwe bide, pel ji xwe dane. Eve ev peyv bi qasî hejmarên pel û kulîlk û mêweyên xwe yên muntezem û mewzûn û xemilandî fiqreyên manedar ên derbarê pesn û senaya Hekemê Zulcelal de ne. Wek her dareka ku kulîlk dane heçko ew dar jî qesîdeyeke menzûm e ku medîheyên Neqişkarê xwe distirê. Hem heçko Hekemê Zulcelal, dixwaze bi hezaran çavan li wan eserên xwe yên antîk û ecêb ên di pêşengeha erdê de hatine pêşandan binêre. Hem tu dibêjî qey ew diyariyên murese‘ û ew nîşan û ew formayên ku Sultanê Ezelî dayî wê darê ji bo ku di biharê de ku cejneke taybet û merasîma vekirinê ye, pêşkêşî nezera padîşah were kirin, şekleke wisa xemilandî, mewzûn, birêkûpêk û manedar wergirtiye û şekleke wisa bihîkmet hatiye dayin ku di her kulîlkeka wê de û di her mêweyeke wê de bi gelek wech û delîlan şahidiya heyina neqişkarê xwe û esmayê wî dikin.    

   Mînakî, di her kulîlkekê da, di her mêweyekê da mîzanek heye. Û ew mîzan ji ber ku di nav întîzamekê da ye û ew întîzam di nav tenzîm û tewzîneka ku tên nûkirin de ye û ew tewzîn û tenzîm di nav xeml û sen‘etekê de ye û ew xeml û ew sen‘et di nav bêhnên manedar û di nav tamên bihîkmet de ne, her kulîlkek bi qasî hejmara kulîlkên wê darê Hekemê Zulcelal nîşan didin. Û di vê dara ku ew bixwe peyvek e de, di mêweye ka ku di şûna herfekê de ye.. Noqteyeka dendikê ya di wê mêweya de sindoqçeyeke biçûk e ku fêrista wê darê hemûyê û bernameya wê hildigre. Û wekî wê… Qiyasê vê bike ku hemû rêz û hemû rûpelên kitêba gerdûnê, bi vî awayî bi cilweya îsmê Hekem û Hekîm, bes ne rûpelek tenê, belkî her rêzeka wê û her peyveka wê û her herfeke wê û her xalekeke wê kiriye şûna mu‘cîzeyekê ku esbab hemû kom bibin, nikarin hevtayê wê bînin û nikarin pê re rikberiyê bikin.

   Belê, her ayeteka tekwînî ya vê Qur’ana Mezin a Gerdûnê ji ber ku bi qasî xal û herfên wê mu‘cîze nîşan dane, bêguman tesadufa serserî, hêza kor û sirûşta bêxaye, bêmîzan û bêşuûr ji çû aliyan ve nikarin

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat