Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

îsrafê, gemariyê û ebesiyetê? Haşa, sed hezar carî haşa! Rehmetek û hîkmetek ku heqê jiyana mêşekê bi awayekî rehîmane biparêze, gelo bi neanîna heşrê wê heqên jiyanên bêhed ên hemû candaran û huqûqên bêpayan ên mewcûdata bêpayan winda bike? Û gotin caiz be, heşmeteka rubûbiyetê ya di dilovanî û di şefqetdariyê de û di hîkmetê de hesasiyetek û diqeteke bêhed nîşan bide û selteneteke ulûhiyetê ya ku ji bo ku kemalata xwe nîşan bide û xwe bide naskirin û xwe bide hezjêkirin ev gerdûn bi sen‘et û bi nîmetên xwe yên bêhed xarîqe xemilandîbe qet destûrê dide bêheşriya (neaîna heşrê) ku hemû vê kemalata wî û hem hemû mexlûqên wî dike tune û înkar dike? Haşa! Eşkere ye ku cemaleke mutleq a wisa, destûrê nade qubheke mutleq a wisa.    

   Belê, ew merivê ku bixwaze axretê înkar bike, serê pêşî divê hemû dinyayê digel hemû heqîqetên wê ve înkar bike. Yan na, dinya wê bi hemû heqîqetên xwe bi sed hezar lîsanan wî derewker derxîne û di vê derewa wî de wê derewkeriya wî bi sed hezar dereceyan îsbat bike. Peyva Dehemîn bi delîlên qet‘î isbat kiriye ku heyîna axretê qasî heyîna dinyayê qet‘î e û bêguman e.

***

 

Nukteya Sêyemîn

   A ku nûra sêyemîn e ku ji şeş nûrên îsmê e‘zem nîşan dide

   Nukteyeke ayeta

اُدْعُ اِلَى سَبِيلِ رَبِّكَ بِالْحِكْمَةِ

û cilweyeke îsmê Hekem a ku îsmê e‘zem e an jî nûrek ji wan şeş nûrên îsmê e‘zem e di remezana şerîf de, di Girtîgehê Eskîşehîrê de xuya bû. Nukteya Sêyemîn a ji pênc xalan pêk tê, tenê wek îşaret bilez hate nivîsîn, di halê reşnivîsê de ma.    

   Xala Pêşî ya Nukteya Sêyemîn: Wek çawa di Peyva Dehan de hatiye nîşan dan, teceliya mezintirîn a îsmê Hakem ev gerdûn kiriye kitêbeke wisa ku di her rûpeleka wê da bi sedan kitêb hatine nivîsîn û di her rêzeka wê de bi sedan rûpel hatine derckrin û di her peyveka wê de bi sedan rêz hene û di her herfeke wê de bisedan peyv hene û di her xaleka wê da fihrîsteke kurt heye. Rûpelên wê kitêbê û rêzên wê, hetanî xalên wê ji sed aliyan ve Neqişkar û Nivîskarê xwe eşkere nîşan dide ku muşahedeya wê kitêba gerdûnê sed qatî ji wicûda xwe bêhtir wicûda nivîsevanê xwe û wehdeta wî îsbat dike. Ji ber ku herfek digel ku wicûda xwe bi qasî herfekê nîşan dide, lêbelê nivîse­vanê xwe bi qasî rêzekê îfade dike.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat