Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

dengeyê xera bike û dagir bike eger serberdayîbana an jî bihatana hewalekirin bo tesadufa bêarmanc û serserî û hêza kor û bêpîvan û siruşta bêşuûr û tarî, wê ew muwazeneya tiştan û dengeya gerdûnê wisa xerabibûya ku di salekê da, belkî di rojekê da wê tarûmar bibûya. Yanî derya wê bi tiştên tevlîhev tijî bibûya, genî bibûya, wê hewa bi xazên ziyandar jehrî bibûya. Erd jî, dê bibûya sergoyek, selaxaneyek û teqanek, û wê dinya bifetisiya.    

   Va ye, ji hucrekokên cesedê heywanî û ji erîtrosît û lokosîtên di nav xwînê de û ji veguherîna zerreyan û ji tenasiba cîhazên bedenî bigre hetanî dahat û lêçûna deryayan, hetanî dahat û lêçûna kaniyên di bin erdê de, hetanî ji dayikbûn û mirinên heywan û nebatan, hetanî texrîbat û te’mîratên payîz û biharan, hetanî xizmet û tevgerên unsur û stêran, hetanî guherîn û lihevxistin û lihevketinên mirin û jiyanê, ronî û tariyê û germî û sariyê bi mêzîneke ewqas hesas û bi pîvaneke ewqas hûr tên tenzîmkirin û tên pîvan ku aqlê beşerî li çi derê, biawayekî rasteqîn çi îsraf û çi tişta ebes nabîne, her weha hîkmeta însên jî di her tiştî de întîzameke mukemeltirîn û mewzûniyeteke spehîtirîn dibîne û nîşan dide. Belkî hîkmeta însanî tezahureke wê întîzam û mewzûniyetê ye.    

   Eve, were, li muwazeneya rojê û duwanzdeh gerstêrên muxtelif binêre. Gelo ev muwazene, zatê Zulcelalê ku Edl û Qedîr e, mîna rojê nîşan nade? Û bi taybetî keştiya me ya ku yek ji gerstêrkan e, yanî dinyaya me, di salekê de di daîreke ku qonaxa bîst û çar hezar salan e de digere, geştê dike. Û digel wê leza xwe ya xarîqe wan tiştên ku li ser rûyê erdî hatî rêzkirin û îstîfkirin, belav nake, zererê nade wan û nahilpekîne fezayê. Eger leza wê piçek dî bihata zêdekirin yan jî kêmkirin, wê şêniyên xwe hilpekandana fezayê û wê belav bikira. Û eger deqîqeyekê, belkî saniyeyekê muwazena xwe xera bike, wê dinyaya me xera bike, belkî wê li yeke dî bikeve, wê qiyametekê rake. Û baxusûs muwazeneya rehîmane ya zayin û mirinê û ya xweyîkirin û jiyîna çarsed taîfeyên nebatî û heywanî yên li ser rûyê erdê, wek çawa ronî rojê nîşan dide, wana jî zatekî tenê yê Edl û Rehîm nîşan didin. Û bi taybetî, ji wan ferdên bêhed ên wan miletên bêhed organ û cîhaz û hestên ferdekî tenê bi pîvaneke ewqas hesas bi hev ra têkildarin û di muwazenetê de ne ku ew tenasub û ew muwazeneya bi awayekî eşkere Sani‘ekî Edl û Hekîm nîşan dide. Û bi taybetî di hucrekokên bedena her heywanekî da û di damara xwînê da û di gilorên xwînê da û di zerreyên wan gilokînan de muwazeneyên ewqas hesas û xarîqe hene ku, bi eşkereyî îsbat dikin ku, hevsarê her tiştî di destê wî de ye, mifteya her tiştî li cem wî ye û tiştek ji tiştekî

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat