Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Belê, heqîqetên bedîhî û fê‘lên wehdanî yên rûyê gerdûnê dikenînin û ronahî dikin ên wek hîkmeta amme ya ku her tiştî ji qanûn û nîzama xwe re dide îtaetkirin; û înayeta şamîle ya ku her tiştî dixemilîne û rûyê wê dikenîne; û rehmeta berfireh ya ku her tiştî kêfxweş dike û memnûn dike; û rizqê ‘debara ‘umûmî ya ku her tişta candar xwedî dike û çêjdar dike û heyat û îhya ya ku her tiştî bi hemû tiştan ve munasebetdar dike û mustefîd dike û hinekî malik dike; wek çawa ronî rojê nîşan dide ew jî wisa aşîkar zatekî tenê yê Hekîm, Kerîm, Rehîm, Rezaq, Heyy û Muhyî nîşan didin. Eger ji wan bi sedan fê‘lên zêde yên ku her yek ji wan burhaneke bahir a wehdaniyetê ne, yek tenê neyê dayîn bo Wahidê Ehed, wê demê ji sedan aliyan ve mûhal pêwist dibe. Wek mînak, ji wan ne ku heqîqetên bedîhî û delîlên wehdanî yên wek hîkmet, inayet, îaşe, îhyayê; belkî eger fêla “tenzîf”ê (paqijkirinê) bi tenê ji Afirînerê gerdûnê re neyê dayin, wê demê ji mesleka kufrî ya ehlê delaletê re pêwist e ku: Yan divê ji zerreyê û ji mêşê bigre hetanî unsûran û stêran her yek ji mexlûqên ku bi tenzîfê ve eleqedar in di qabiliyeteke wisa de be ku tezyîn (xemilandin) û tewzîn (pîvandin) û tenzîm (sererastkirin) û tenzîfa (paqijkirin) gerdûnê bizane û bifikire û li gorê wê tevbigere; yan jî divê sîfetên qudsî yên Afirînerê alemê di wan de hebe, yan jî ji boyî tenzîmkirina muwazeneyên tezyînat û tenzîfat û warîdat û mesrefên gerdûnê divê dîwaneke şêwrê were sazkirin û zerre û mêş û stêrên bêhed endamên wê meclisê bin. Û wehareng e divê bi sedan muhalên bixûrafe û bisefsete yên wekî van hebin. Hetanî ev tezyîn û tethîr û tenzîfa giştî û dorpêçkirî û ulwî yên li her derî têne dîtin, çêbibe. Eva hanê ne ku muhaleke tenê, belkî sed hezar muhal dikevin holê.    

   Belê, eger roniya rojê û ew rojkokên xiyalî yên li erdê yên di hemû tiştên birqok de xuya dibin neyên dayîn bo rojê û neyê gotin ku cilweya şewqa rojekê tenê ye, wê demê divê di hemû parçeyên caman ên birqok ên li ser rûyê erdê û divê di hemû dilopên avê û di hebikên berfê, belkî di zerreyên hewayê de rojeke rasteqîn hebe. Hetanî ew roniya umûmî çêbibe.    

   Va ye hîkmet jî roniyek e. Rehmeta ku her der dorpêç kirî roniyek e. Tezyîn, tewzîn, tenzîm, tenzîf her yek ji wan roniyek in ku tîrêjên wî Şemsê Ezelî ne. Va ye were lê binêre averêtî (delalet) û kufir çawa dikevin teqneke wisa ku mirov nikare jê derkeve. Û bibîne ka cehaleta ku di delaletê de ye çiqas ehmeqane ye û bibêje:

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat