Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Ev gerdûn û ev dinya fabrîqeyeke mezin e ku her dem dixebite, xanek wisa ye ku her dem tijî dibe, vala dibe û mêvangehek e. Halehal, ev fabrîqe û ev xan û ev mêvangehên pirşuxil bi gemarê, bi enqazan û bi qirş û qalan gelek qirêj dibin dibin, madeyên bêngenî li her derê wan kom dibin. Eger gelek zêde hay jê nemîne û neyên paqijkirin û maliştin û temîzkirin mirov nikare tê de bimîne, mirov tê de difetise. Halehal, ev fabrîqeya gerdûnê û ev mêvangeha dinyayê ewqas pak û temîz û paqij e hem ewqas bê gemar û bê lewitîn û bê ufûnet e ku, tişteke ne pêwist, madeyeke bêfayde û gemareke tesadufî peyda nabe. Eger zahirî hebe jî zû tê avêtin makîneya îstîhaleyê de, tê paqijkirin. Nexwe, ew Zatê ku li vê fabrîqeyê dinêre gelek baş lê dinêre. Û xwediyekê wisa paqijker ê vê fabrîqeyê heye ku wê fabrîqeya qerase û wê qesra mezin wekî odeyeke biçûk dide maliştin, paqij dike, tenzîm û tenzîf dike. Bi nîsbet mezinayiya wê fabrîqeya gelek mezin, madeyên qirêj û malmiştên ku ji enqazên wê tên, nînin; belkî ew fabrîqe çiqas mezin e ewqas li paqijiya wê tê diqetkirin. Mirovek eger mehekê xwe neşû û odeya xwe ya biçûk nemale wê gelek qirêj bibe û pîs bibe. Nexwe, ev paqijî û ev safîtî û ev nûranîtî û ev temîziya ku di vê qesra alemê de ye ji paqijkirineke bihîkmet û ji tethîreke bidiqet tê. Û eger ew paqijkirin û ew maliştin û nêrîna bidiqet a daîmî nebûya, di salekê da sedhezar miletên hemû heywanan dê li ser rûyê erdê bixeniqiyana. Û di vê fezaya asîmanan de enqazên kureyan û yên peykan û yên stêran ên mezherê texrîb û mirinê ne wê serê me û serê heywanên dî, a rast wê serê kureya erdê, belkî wê serê dinyayê bişikandana. Wê kevirên bi qasî çiyayan mezin li ser serê me bibarandana. Wê bikirana ku em ji vî welatê xwe yê dinyayê bireviyana. Halehal, ji berê û pê de ji wê texrîb û tamîra di wan alemên jor de wek medarê îbret çendik kevir ketibin jî, bes serê kesî neşikandine.    

   Hem li ser rûyê erdê, her sal ji ber guherîn û şerê mirin û jiyanê termên sedhezar miletê heywanan û enqazên taîfeyên dused hezar nebatan wê rûyê derya û bejahiyê ewqas zêde bilewitandana ku yên xudanşi‘ûr ne ku ji wî rûyî hez bikirana û bibana evîndarê wê, belkî dê ji wê sikiyê nefret bikirana û ber bi mirin û edemê ve bireviyana. Wek çawa çûkek bi hêsanî baskên xwe û nivîsvanek çawa bi rehetî rûpelên xwe paqij dikin, baskên vê firokeya erdê û çûkên asîmanan û rûpelên vê kitêba gerdûnê jî wisa paqij dibin, spehî dibin, ew mirovên ku spehîtayinên bêhed ên axretê nedîtîn û bi îmanê nahizrînin li vê spehîtayiya dinyayê evîndar dibin û perestîşê wê dikin.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat