Lem‘eya Sîhemîn
Lem‘eya Sîhemîn a Nameya Sîh û Yekemîn û Mêweyeke Girtîgeha Eskîşehîrê, Şeş Nukte ne.
Wek çawa dersekî mezin a Medreseya Yûsifiye ya Denîzliyê Rîsaleya Mêweyê ye û derseka ekmel a Medreseya Yûsifiyeya Afyonê el-Huccetz-Zehra ye, derseka mezin a gelek gelek xurt a Medreseya Yûsifiyeya Eskîşehîrê jî Lem‘eya Sîhemîn e ku şeş nukteyên şeş îsman ên ku îsmê e‘zem dihewîne, beyan dike.
Ew meseleyên gelek kûr û fireh ên di parçeya derbarê Heyê Qeyûm ku ji îsmê e‘zeme de her kes nizane û tamê jê seh nake, bes bêpar jî namîne.
Nukteya Yekemîn
Derbarê nukteyeke îsmê Quddûs de ye.
(Ev Nukteya Quddûsê munasib e ku bibe Zeyla Zeylê ya Peyva Sîhemîn.)
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
Nukteyeke ayeta
وَاْلاَرْضَ فَرَشْنَاهَا فَنِعْمَ الْمَاهِدُونَ
û cilweyeke îsmê Quddûs ku îsmê e‘zem e yan jî nûrek ji wan şeş nûrên îsmê e‘zem e, di dawiya meha şe‘bana şerîf de, di Girtîgeha Eskîşehîrê de ji min re xuya bû. Hem heyîna Xwedê bi diyarbûneke tam, hem tektiya wehdeta rebbanî bi wizûheke tam nîşan da. Min wisa dît: