jî dike. Wisa:
وَالَّذِينَ مَعَهُ
Wek çawa Hezretî Siddîq nîşan dide ku ew bi hevaltî û sohbeta xwe ya taybet û ku yê herî pêşî wefat kirî û çûyî cem de navdar û bijarte ye, bi
اَشِدَّاءُ عَلَى الْكُفَّارِ
yê Hezretî Umer nîşan dide ku wê di îstiqbalê de dewletên li ser rûyê erdê bi fethên xwe bihejîne û wê bi dadweriya xwe mîna birûskê tundiyê nîşanî zordestan bide. Û wek çawa bi
رُحَمَاءُ بَيْنَهُمْ
Di îstiqbalê de Hezretî Osman nîşan dide ku wî wê dema ku çêbûna fitneya herî girîng dihat amadekirin de, ji ber merhemet û şefqeta xwe ya zêde, da di nav misilmanan de xwîn neyê rijandin, xwe gorî kir, teslîmê nefs kir û şehîdbûna bi awayekî mezlûm a li ser xwendina Qur’anê tercîh kir;
تَرَيهُمْ رُكَّعًا سُجَّدًا يَبْتَغُونَ فَضْلاً مِنَ اللّٰهِ وَرِضْوَانًا
Rewşa pajeroja Hezretî ‘Elî (r.) nîşan dide ku liyaqateke wî ya tam a seltenet û xelîfetiyê hebû û bi qehremanî ketibûyê jî lê wî ji xwe re zuhd û îbadet û xizanî û îqtîsadeke tam bijartîbû û her weha dewamiya wî ya li ser rukû’ û secdeyan hatiye tesdîqkirin; û her wisa ew ayet ji rewşa wî ya îstiqbalê xeber dide ku ew ji wan şerên di nav wan fitneyan de ne berpirsiyar bû û niyeta wî û daxwaza wî fezla îlahî bû.
YA ŞEŞEMÎN: Fiqreya
ذلِكَ مَثَلُهُمْ فِى التَّوْرَيةِ
ji du aliyan ve îxbara xeybî ye.
Ya pêşî: Wesfên Sehabiyan ên di Tewratê de xeber dide ku ew wesfana li gor zatekî ummî yê mîna Hezretî Pêxember di hukmê xeybê de ye. Erê, di Tewratê de -Wek çawa di Nameya Nozdehemîn de hatiye beyankirin- derheqê sehabeyên Pêxemberê ku di êxirzeman de were, ev fiqreya hanê heye: “Ala Qudsiyan digel wan e.” Yanî, sehabeyên wî ehlê taet û îbadet û ehlê selahet û welayetê ne ku wesfên wan bi gotinên “qudsî” û “muqedes” îfade kiriye. Tewrat bi gelek zimanên cuda cuda hatiye wergerandin û ewqas hatiye tehrîfkirin jî digel wê çendê jî bi gelek ayetên xwe hukmê
مَثَلُهُمْ فِى التَّوْرَيةِ
yê yê vê Sureta Fethê tesdîq dike.