Gelek wechên î‘cazê yên van hersê ayetên dawiya Sûretê Fethê hene. Wechê îxbara bîlxeyb ku yek ji wan deh wechên kullî yên î‘cazê yên Qur’ana Mû’cîz-ul Beyan in, di van hersê ayetan de bi heft-heşt wechan dixuye.
YA YEKEMÎN:
لَقَدْ صَدَقَ اللّٰهُ رَسُولَهُ الرُّؤْيَا
ila ahir.. Xebera Fetha Mekkeyê, beriya qewimîna wê bi awayekî qet‘î, dide. Piştî du salan wek çawa xeber dayibû eynen wisa çêbûye.
YA DUYEMÎN:
فَجَعَلَ مِنْ دُونِ ذلِكَ فَتْحًا قَرِيبًا
Îfade dike ku: Digel ku aşitiya Hudeybiyeyê gerçî li gorî zahirê hal dijê Îslamê dihat dîtin û Qureyşî hinekî serfraz dixuyan, lê ji aliyê manewî ve Aşitiya Hudeybiyeyê dê têkeve şûna fetheke mezin û wê bibe mifteya fethên din; îxbara vê dide.
Di rastiya xwe de bi Aşitiya Hudeybiyeyê çendan şûrê maddî bi awayekî demkî ket kalanê xwe. Bes şûrê Qur’ana Pîroz a mîna birûskê derket, dil û aqil feth kirin. Bi munasebeta aşîtiyê têkilî çêbû. Bedewiyên Îslamê û enwarê Qur’anê perdeyên inad û hişkebaweriya qewmî dirandin, hukmê xwe bi cî anîn. Wek mînak: Şûrê Qur’anê yê bi Aşitiya Hudeybiyeyê xuya kirî, zatên mîna Xalid bîn Welîd ê dahiyê herbê û zatên mîna Emr bîn As ê dahiyê siyasetê ku têkçûn qebûl nedikirin, têk birin û piştî ku bi awayekî tam serê xwe jê re tewand û bi îtaet teslîm bû, Hezretî Xalid bû “Seyfullah” û bû şûrekî fethên Îslamê.
Pirseke Girîng: Gelo hîkmeta wê çi ye ku sehabeyên Fexr-ul Alemîn û Hebîbê Rebb-ul alemîn Hezretî Resûlê Ekrem (s.), di dawiya Uhudê de û di destpêka Huneynê de li hember muşrikan têk çûn?
Bersiv: Ji ber ku wê demê di nav muşrikan de gelek zatên mîna Hezretî Xalid hebûn, da ku ji aliyê îstiqbala wan a bişan û şeref ve ‘izeta wan bi yekcarî neşikê, hîkmeta îlahî wek xelateke pêşîn a hesenatên wan ên îstiqbalê daye wan û ‘izeta wan bi yekcarî neşikandiye. Nexwe sehabeyên raboriyê li hember sehabeyên îstiqbalê têkçûne; da ku ew sehabeyên îstiqbalê ne ji tirsa şûr, belkî bi şewqa çirîska heqîqetê misilman bibin û da ku mêrxasiya wan a fitrî gelek ziletê nekêşin.