Lem‘eya Pêncemîn
Wê bibûya Rîsaleyeke wisa ku wê heqîqeteke gelek girîng a ayeta
حَسْبُنَا اللّٰهُ وَنِعْمَ الْوَكِيلُ
yê (Haşiye) bi pazdeh mertebeyan beyan bikira. Bes ji ber ku ji heqîqet û ilmê bêhtir bi zikr û tefekurê re pêwendîdar e, niha hate paşxistin. Çendan, serê pêşî Rîsaleyeke gelek girîng a bi navê “Mîrqatus-Sûnnetî we Tiryaqul-Meredil Bid‘e” a Lem‘eya Yazdehemîn, bi navê Lem‘eya Pêncemîn hatibû nivîsîn. Lêbelê ew Rîsale ji ber ku bi yazdeh nukteyên girîng hate dabeşkirin, kete Lem‘eya Yazdehemîn. Lem‘eya Pêncemîn vala ma.
***
Lem‘eya Şeşemîn
Ev Lem‘e wê bibûya rîsaleyeke wisa ku heqîqeta girîng a gelek ayetên ku cumleya
لاَ حَوْلَ وَلاَ قُوَّةَ اِلاَّ بِاللّٰهِ الْعَلِىِّ الْعَظِيمِ
(Haşiye) îfade kirî, wê dîsa bi pazdeh bîst mertebeyên fikrî de beyan bikira. Ev Lem‘e jî wek Lem‘eya Pêncemîn ji ber ku mertebeyên ku min di nefsa xwe de hîs kiriye û di hereketên xwe yên rûhî de bi zikr û tefekurê mûşahede kiriye, ji ilm û heqîqetê bêhtir sebeba zewq û halê ye, wisa munasib hate dîtin ku di dawiya Lem‘eyan de were nivîsîn, ne ku di nav Lem‘eyê heqîqetê de.
***