بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
وَبِهِ نَسْتَعِينُ
الْحَمْدُ لِلّٰهِ رَبِّ الْعَالَمِينَ والصَّلاَةُ وَالسَّلاَمُ عَلَى سَيِّدِنَا مُحَمَّدٍ وَعَلَى اٰلِهِ وَصَحْبِهِ اَجْمَعِين
Îfadeya Meramê
Ev serê sîh salan e qelbê min bi aqilê min re bûye yek û teşwîqî mesleka tefekurê ya ku Qur’ana Mucîzul Beyan bi ayetên xwe yên wek
لَعَلَّكُمْ تَتَفَكَّرُونَ * لَعَلَّهُمْ يَتَفَكَّرُونَ * اَوَلَمْ يَتَفَكَّرُوا فِى اَنْفُسِهِمْ مَا خَلَقَ اللّٰهُ السَّمٰوَاتِ وَاْلاَرْضَ * َلآيَاتٍ لِقَوْمٍ يَتَفَكَّرُونَ
ferman dike û hedîsa şerîf a
تَفَكُّرُ سَاعَةٍ خَيْرٌ مِنْ عِبَادَةِ سَنَةٍ
ê beyan dike ku saetek tefekur dikeve şûna saleke îbadet û teşwîqeke mezin li ser tefekurê dike; min jî ev sîh sal e, da ku nûrên mezin û heqîqetên dirêj ên ku di mesleka tefekurê de tezahurî aqil û qelbê min kirî, bo xwe muhafeze bikim wek îşaret hin peyv ne ji bo ji wan enwaran re bibe delîl, belkî da ku ji bo heyîna wan bibe îşaret û tefekurê hêsan bike û întîzamê bihêvişîne danîne. Dema ez bi xwe xwe bi îbareyên Erebî yên gelek muxtelif di wê tefekurê de diçûm, min ew peyvana bi dev jî digotin.