Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

ye ku qudretek û berevaniyeke ku cin û şeytanan sewqî mubareze û mudafeeya ehlê asîmanan bike, belkî da ku îşaret bike ku di wê riya dirêj a ji qelbê Muhemedî (s.) hetanî alema asîmanan, hetanî erşê e‘zem, li tu derî destwerdana cin û şeytanan tuneye.. Ev heqîqetek e ku wehya Qur’anê, di asîmanên mezin de, ji aliyê hemû firîşteyan ve bûye dabaş ku, ji bo ku hinekî behsa wê bike, şeytan mecbûr mane ku hetanî asîmanan biçin û di çi tiştî de bi ser nakevin û têne recimandin; eva hanê jî îşaretî wê çendê ye ku ew wehya hatî ser qelbê Muhemed (s.) û Cebraîlê ku hatî hizûra Muhemed (s.) û ew heqîqetên xeybî yên ji nezera Muhemed re (s.) hatî dîtin tekûz in û rastin û ji tu aliyan ve guman di wan de nîne.. Qur’ana Mucîzul Beyan bi awayekî mu‘cîzane vê xeberê dide.    

   Bes ya ku bihişt, digel dûrayiya xwe û digel wê çendê ku ji alema beqayê ye jî (lê) li derên herî nêzîk tê dîtin û carinan jî mêwe jê tên wergirtin; wek ji wan herdu razên temsîlê yên pêşî hatî fêmkrin, heçî ev alema fanî û alema şehadetê ye ji alema xeybê û ji alema beqayê re perdeyek e. Wek çawa navenda mezin a Biehştê dûr e jî (lê) mumkin e ku bi wasîteya neynika alema mîsalê li her aliyî were dîtin, bi wasîteya îmanên ku di dereceya heqelyeqînê de ne, dibe ku di vê alemê fanî –di temsîlê de şaşî nebe- de hin cûre mêtingeh (mustemleke) û daîreyên bihiştê hebin û dibe ku muxabereyên rûhên bilind ên bi têlefonên qelbî hebin û dibe ku hediye werin.    

   Bes, ya ku di tefsîran de derbas dibe ku daîreya kulî bi bûyereke şexsî ve mijûl dibe, yanî şeytan ji bo ku ji kahinan re xeberên xeybî bînin diçin hetanî asîmanan guhdarî dikin û xeberên kinê minê ên şaş tînin, rastiya wê ev e:

   Ne ku diçin paytexta memleketê asîmanan û wan xeberên cuz’î tînin; belkî memleketê asîmanan ên ku atmosferê jî di nava xwe de dihewîne hin mewqiyên wan ên di şûna qereqolan -di teşbîhê de şaşî nebe- de ne hene ku di wan mewqiyan de têkilî bi memleketê erdê re tê kirin; ji bo bûyerên cuz’î di wan meqamên cuz’î de ji dizîka ve guhdariyê dikin. Heta qelbê mirovî jî yek ji wan meqaman e ku melekê îlhamê û şeytanê xusûsî di wî meqamî de pevdiçin (mûbarezeyê dikin.) Û heçî heqîqetên îmanê û Qur’anê ne û hedîseyên Muhemedî (s.) ne çiqas cuz’î jî bin di hukmê hedîseyeke girîng a herî kulî de, di erşê e‘zem ku daîreyeke herî kulî ye de û di daîreya asîmanan de ‒di temsîlê de şaşî nebe‒,

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat