Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

kulî hatibe wergirtin û di wê daîreyê de behsa wê hatibe kirin.    

   Va ye wek van herdu mînakan, memleketê asîmanan tevî ku ji cihet paytextî û navendî ve gelek dûr e jî, wek çawa hin têlefonên manewî hene ku dirêjî qelbên mirovên di memleketê dinyayê de ne bûne; alema asîmanan tenê li alema cismanî nanêre; belkî alema erwahî û alema melekûtî dihewîne, ji ber wê çendê ji aliyekê ve, di bin perdeyê de alema şehadetê dorpêç kiriye.    

   Hem bihişta ku ji alema baqî û ji darê beqayê ye jî, digel wê çendê ku bêhed û hesab dûr e jî dîsa daîreya teserufata wê di bin perdeya şehadetê de, bi awayekî nûranî dirêjî her alî bûye û belav bûye. Sani‘ê Hekîmê Zulcelal wek çawa bi hîkmeta xwe, bi qudreta xwe navenda wan hestên ku di serê mirovî de danîne cuda cuda ne jî, her yek ji wan serweriyê li wê wicûdê û li wî cismî dike û dikare bixe di bin teserufata xwe de. Eynê wisa jî, ev gerdûn ku însanê ekber e, wek wan daîreyên di nava hev de hezaran aleman dihewîne. Ji aliyê kullî û cuz’iyet û taybetî û mezinayiya ku di ehwal û hedîseyên di wan de cereyan dike ew li ber çavan tên girtin, yanî ew cuz’iyana li cihên cuz’î û nêzîk û yên kullî û yên xwedanmezinahî di meqamên kulî û mezin de tên dîtin. Bes, carinan bûyereke cûz’î û xusûsî alemeke mezin îstîla dike. Li kîjan koşeyê were guhdarîkirin ew bûyer tê sehkirin. Û carinan jî kombûyin (tehşîdat) ne li hember hêza dijmin tê kirin, belkî ji boyî diyarkirina heşmetê tê kirin. Wek mînak, hedîseya pîrozwer a bûyera Muhemed (s.) û wehya Qur’anê ji ber ku li memleketê asîmanan hemûyê, heta li her quncikeka wî memleketî girîngtirîn bûyer e, rasterast li ser bircên wan asîmanên qerase yên gelek dûr û gelek bilind nobedar tên rêzkirin, ji stêran mencenîqan tê avêtin û şeytanên sîxur tên qewirandin.. Ku nîşandayîn û îfadekirina vê rewşê wek îşareteke rebbanî ya îlankirina dereceya heşmetiya wehya Qur’anê ye û debdebeya selteneta wî û dereceya heqaniyeta wî ya ku ji tu aliyan ve guman tê de nînin e ku di wê demê de û di wê serdemê de bêhtir stêr dihatin rijandin û dihatin avêtin. Qur’ana Mucîzul Beyan jî wê îlana afirandinê (tekwînî) îlan dike û wê îşareta semawî destnîşan dike.    

   Belê, ya ku (Xwedê Teala) şeytanên sîxur ên ku bi pifeke firîşteyekê bikare werin berhewakirin bi îşareteke wisa mezin a semawî bi firîşteyan dayî mubarezekirin helbet ji boyî nîşandayîna heşmeta selteneta wehya Qur’anê ye. Hem heçî ev beyana Qur’anî ya muhteşem e û ev tehşîdata semawî ya zêde ye, ne ku ji bo îfadekirina wê çendê 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat