tên, mehkûm bibe. A rast Ehlê Sunetê ji Elewiyan bêhtir terefdarên Hezretî ‘Elî ne. Di hemû xutbe û duayên xwe de bi pesneke ku ew layiqê wê ye behsa wî dikin. Taybet, ewliya û esfiyayên ku piraniya wan ji Ehlê Sunet û cemametê ne wî wek murşid û wek şahê welayetê qebûl dikin. Divê Elewî dest ji Xaricî û mulhidên ku neyartiya wan û Ehlê Sunetê heq kirine berdin û li ber ehlê heqê ranebin. Heta hin Elewî ji eksê Ehlê Sunetê terka sunetê dikin. Welhasil di vê meseleyê de me gelek dirêj kir; ji ber ku di navbera aliman de gelek behsa wê hatiye kirin.
Ey ey ehlê sunet û Cemaetê ku ehlê heq in! Û ey Elewiyên ku hezkirina Ehlê Beytê bo xwe kirine meslek! Zû vê lec û nîqaşa bêmane û nerast û neheq û zerardar ji nava xwe rakin. Eger na, ev tevgera (cereyana) zindiqe ya ku niha bi awayekî xurt hukim dike wê yek ji we li dijberê yê dî bike alet û wê di perçiqandina wî de bikar bîne. Piştî ku ew têk bir dê wî aletî jî bişikîne. Ji ber ku hûn ehlê tewhîdê ne, bi sedan rabiteyên qudsî yên biesas ku fermana biratî û yekîtiyê dikin di navbera we de hene; (madem wisa ye) divê dest ji wan meseleyên cûz’î yên îftiraqê pêwist dikin, bê berdan
Meqama Duyemîn
Ev Meqam, dê derbarê heqîqeta duyemîn a vê ayeta
فَاِنْ تَوَلَّوْا فَقُلْ حَسْبِىَ اللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ عَلَيْهِ تَوَكَّلْتُ وَهُوَ رَبُّ الْعَرْشِ الْعَظِيمِ
de be. (Haşiye)
***