Nukteya Bîst û heştemîn a Lem‘eya Bîst û heştemîn
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
لاَ يَسَّمَّعُونَ اِلَى اْلَمَلاِ اْلاَعْلَى وَيُقْذَفُونَ مِنْ كُلِّ جَانِبٍ * دُحُورًا وَلَهُمْ عَذَابٌ وَاصِبٌ * اِلاَّ مَنْ خَطِفَ الْخَطْفَةَ فَاَتْبَعَهُ شِهَابٌ ثَاقِبٌ
وَلَقَدْ زَيَّنَّا السَّمَاءَ الدُّنْيَا بِمَصَابِيحَ وَجَعَلْنَاهَا رُجُومًا لِلشَّيَاطِينِ
Ji ber ku ehlê delaletê rexne li van ayetên hanê girtine wê nukteyeke girîng were beyankirin. Wisa ku:
Di destpêka nazilbûnê wehyê de gava ku casûsên cin û şeytanan ji dizîka ve li nûçeyên asîmanan guhdarî dikirin, xeberên xeybê dianîn û wekî kahin û madeperest û ehlê spîrîtîzmayê ji xeybê xeber didan, da ku derbarê wehyê de nebe sedema gumanekê, ew sîxuriya wan wê demê bêhtir bi stêrerêjan dihatin recimkirin û astengkirin. Bi munasebeta wan ayetên navborî ev bersiveke kurt a pirseka sê serî ya gelek girîng e.
Pirs: Ji van ayetên wisa tê fêmkirin ku; ji bo ku bûyereke xeybî ya cuz’î û carinan jî şexsî werbigrin şeytanên sîxur dikevin welatê asîmanan ên ku gelek dûr e û di her aliyê wî welatê gelek fireh de herwekî behsa wê bûyera cuz’î heyî, kîjan şeytan be, here kuderê dê wê nûçeya kêm û nuqsan seh ke û bîne, Maneyeke bi vî rengî aqil û hîkmet qebûl nake.
Hem hin ehlê rîsaletê û ehlê kerametê herwekî ji dereke nêzîk bînin ji bihiştê mêweyan tînin; halehal ew bihişt bi nesa ayetê li ser asîmanan re ye. Carinan jî ji nêz ve li bihiştê temaşe dikin ku ev meseleyeke wisa ye ku di nav dûrbûneke zêde de nêzîkbûneke zêde ye ku ev nakeve serê mirovên vê esrê.