Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

xwarî, mêweyên wê yên şêrîn çinandî kêm in. Hem digel evqas rebeniya (aciziya) min û digel ku min ji Rîsaleê Nûrê re xizmet nekiriye jî we ev tewecuh nîşan daye ez deyndarê spasiya we me. Ji ber vê yekê, ne ez ev koleyê we, tu şagirdên we nikare ji wê elmasa pîroz û ji wê tamê veqete.    

   Bexşandina we hêvî dikim, di lêgerînên vê carê de du kerametên Rîsaleê Nûrê xuya bûn. Dema polês û jenderme û gerdiyanan di nava zindanê de lêgerîneke ecêb dikirin, xwarziyê min ê heft-heşt salî, wê gavê, bêyî ku kes bibîne, nusxeyên Rîsaleê Nûrê xiste çenteyê xwe yê dibistanê û bir û çû. Lêgerîn di odaya koleyê we de bû. Lawik hate odeyê, dema dibîne ku di odeyê de telaş heye, Rîsaleyên Nûrê yên di qunceke odayê bûn xiste çenteyê xwe û tu karmendên ku di hundir de bûn pê nehesiyan, tiştek negotin lawik.    

   Lawikê fedakar rasterast diçe ba diya xwe. Ji diya xwe re dibêje: “Min Rîsaleyên Nûrê yên ku her tim xalê min ji me re dixwendin, anîn. Wê ev bibirana. Min haya wan jê neyî, ku kitêb, name tevlîhev dikirin standin, xistin çenteyê xwe. Vana deyne dereke baş, hay jê hebe. Ez gelek dixwazim ku ev werin xwendin. Xalê min ev ji me re dixwendin. Dema wî dixwend ez diketim haleteke din (xweş).” Paşê jî vedigere dibistana xwe. Saya serê wî Elmas, Cewher, Nûr neketin destê wan.    

   Ev ne keramet be nexwe çi ye? Ev ne mu‘cîzeyeke Qur’anê be nexwe çi ye? Gelo ma ev fezîlet, gelo ev tam, gelo ev Elmas, Cewher, di kîjan kitêbê de heye, heta niha ev Elmas, Cewher, Nûr ji devê kîjan zatî derketiye? Ez jî ne ku zîndan, ezê ji van Elmas û Cewher û Nûran ra her demê, her deqîqeyê her fîdekariyê bi kêfxweşî qebûl bikim. Piştî min lawê min Emîn amadeye ku hemû jiyana xwe di riya van Elmas û Cewher û Nûran da bimezixîne.    

   Va ye bi îsbatkirina kerameta duyemîn a Elmas û Cewher û Nûrê, ez dîsa îsbat dikim ku mirovên min û zarokên min ên ji sê salî hetanî heşt salî bêyî ku bihizrînin û bi fedakarî wê jiyana xwe di riya van Elmas û Cewher û Nûran feda bikin. Çunkî dema min ev Elmas, Cewher û Nûr xwendin li ser serê min kom bûn. Ez bi wan re şa bûm û min her yekî wan çayeke da wan. Min xwendina Elmas, Cewher, Nûrê domand. Hemûya bi hev re pirsîn: “Ev çi ye? Ev nivîs çawa ye?” Min jî got: “Ev Elmas, Cewher û Nûr e” û min destpê kir xwend.    

   Ku min Peyva Dehemîn xwend saet derbas bûbûn. Zarokan ji

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat