kuştî (meqtûl) dibe, li şûna wî dikeve hebsê. Deqîqeyeke kufir; ji ber ku înkara hezar û yek Navên Xwedê ne, biçûkxistina neqşên wî ne, destdirêjiya heqê gerdûnê ye û înkara kemalata wê ye û derewandina (tekzîb) delîlên bêhed ên wehdaniyetê ne û redkirina şehadetên wê ne.. Kafirî ji hezaran salan zêde davêje esfelê safilînê, di
خَالِدِينَ
ê de hepis dike.
Seîdê Nûrsî
***
Tewafuqeke letîf a manedar
Tewafuqhatina ew xala 163an a ku sûcdarbûn û cezaxwestina şagirdên Rîsaleê bi wê hatibû kirin û tewafuqhatina jimara wan mebûsên ku ji dusedî 163an qebûl kiribûn ku 150 hezar lîre bo medreseya muelifê Rîsaleê Nûrê bête dayin; ev tewafuq me‘nen dibêje ku: Îmzeyên teqdîrkarane yên 163 mebûsên Hukumeta Cumhûriyetê, hukmê xala qanûna 163. ya derheqê wî de betal dike.
Hem dîsa ev jî yek ji wan tewafiqên letîf ên manedar e ku 128 parçeyên Rîsaleê Nûrê dike 115 kitêb. Dîroka 27/nîsan/1935’ê ya destpêka tewqîfa şagirdên Rîsaleê Nûrê û nivîskarê wê û dîroka 19/tebax/1935’ê ya ku biryara dadgehê û hukmî ye, ev jî 115 roj in, eva hanê digel wê çendê ku hem tewafuqî hejmara kitêbên Rîsaleê Nûrê dike hem jî tam tewafuqî hejmara 115 şexsên ku hatine lêpirsîn û tawandar hatine nîşandan dike.. eva hanê jî nîşan dide ku musîbeta ku hatiye serê nivîskarê Rîsaleê Nûrê û şagirdên wê destekî înayetê tenzîm dike. (Haşiye)
***
(Di serê vê Lem‘eyê de Îmamê ‘Elî (r.) ji ber ku îşaretî Rîsaleê Nûrê kiriye, birakî me bi arzûyeyek bikelecan navên Elmas, Cewher, Nûr li Rîsaleê Nûrê kiribû û dubare dikir û nivîstibû. Wisa munasib hat dîtin ku li dawiya vê Lem‘eyê were danîn.)
Şagirtê ku di daîreya teqwayê de be, dîn jî be, gelo dikare ji Rîsaleê Nûrê û ji nûra elmasa giranbiha veqete? Ez wisa texmîn dikim ku: Yê biqasî vî şagirdê we yê aciz keramet û fezîlet û tama Rîsaleê Nûrê