Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

ji zêrên heqîqeta eqrebiyeta îlahî ya di weraseta nubûwetê û ya di damezrîna ehkamê rîsaletê de tecellî dike; ji qurbiyeta (nêzîkbûna) îlahî û ji kemalata welayetê û ji qurbiyetê ya ji kemalata şexsî û ji cewhera welayetê derdikeve, zêdetir e. Di muwazeneyê de divê mirov van xalan deyne li ber çave xwe. Eger na, eger ji aliyê mêrxasiya şexsî û îlmî û welayetê ve li ber hev bên muwazenekirin, dê rengê heqîqetê bê guherîn.

   Hem ji aliyê şexsê manewî yê Ehê Beytê ku di zatê Hezretî ‘Elî (r.) de temesul dike û hem ji aliyê heqîqeta Muhemmediyeya (s.) ku ji hêla weraseta mutleq ve di wê şexsiyeta manewî de tecelî dike, nayê muwazenekirin. Lewra li wir raza mezin a Pêxember (s.) heye. Bes heçî Şîayê xîlafet e, li hemberî Ehlê Sunet û Cemaetê ji mehcûbiyetê pê ve tu heqê wan tuneye. Lewra wana herçiqas îdîa dikin ku ew gelek ji Hezretî ‘Elî (r.) hez dikin jî, lê wî xudanqusûr dibînin û mezhebê wan wisa pêwist dike ku ew xwediyê exlaqeke nebaş e. Lewra wisa dibêjin: Hezretî Siddîq û Hezretî Umer (r.) neheq jî bûn Hezretî ‘Elî (r.) ji wan re mumaşat (Bi awayekî xweş bi hev re borandin) kiriye, li gorî îstilahê Şîayê teqiyye kiriye, ji wan tirsiyaye, durûtî kiriye.” Ku (mirov) zatekî wisa yê lehengê Îslamê û yê ‘inwana “Esedullah”ê bi dest xistî û rêberê Siddîq û fermandaran bi durûtî, bi newêrekî û bi “nîşandayîna hezjêkirineke tesenu’karane ya wan kesên ku wî hezjênekirî” û bi “ji bîst salan zêde di bin tirsê de mûmaşatkirin”ê û bi “qebûlkirina lipeyçûna neheqan” wesf bike, eva hanê ne hezkirin e. Hezretî ‘Elî berê xwe ji hezkirinên wisa dide alî. Va ye mezhebê Ehlê heq ji tu aliyan ve Hezretî ‘Elî tenqîs nake û wî bi exlaqê xerab tawanbar nake. Newêrekiyê îsnadî mêrxasiyeke wisa xarîqe nakin û wisa dibêjin: “Eger Hezretî ‘Elî (r.) xulefayê raşidîn heq nedîtibana, deqîqeyekê jî ew qebûl nedikirin û îtaeta wan nedikir. Nexwe, ji ber ku ewana mafdar û racih dîtine xîret û egîtiya xwe radestî riya heqperestiyê kiriye.” 

   Welhasil: Îfrat û tefrîta her tiştî ne baş e. Heçî îstîqamet e, ew hedê weset e ku Ehlê Sunet û Cemaetê ew bijartiye. Bes çi heyf ku wek çawa hinek fikra Wehabîtî û Xaricîtiyê ketiye bin perdeya Ehlê Sunet û Cemaetê de, mefttûnên siyasetê û hin mulhid Hezretî ‘Elî (r.) rexne dikin. Dibêjin haşa ji ber ku siyaset nedizaniya serfrazî nîşan nedaye, nekariye birêve bibe. Va ye ji ber van tawandariyên neheq dilê Elewiyan ji Ehlê Sunetê dimîne. Halehal distûrên Ehlê Sunetê û mezhebê wan ê esas van fikrana pêwist nake. A rast dijê wê îsbat dikin. Nabe ku Ehlê Sunetê ji ber van fikrên ku ji aliyê Xaricî û mulhidan ve

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat