Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Va ye ji ber vê heqîqetê, nebêjin “Ji rûyê te me ev bela kişand” û minetê nekin. A rast min fihêl bikin. Û ji min re duayan bikin. Hem rexnê li hev negirin. Nebêjin: “Te wisa nekiriba, wisa nedibû.” Wek mînak: Birakî me ku behsa xwediyê du-sê îmzeyan kir, plana fesadan a ku difikirîn ku serê gelek zatan têxin belayê, biçûk kir, gelek kes xilas kirin. Ne ku zirar, a rast menfeeteke gelek mezin bû. Bû wesîle ku gelek masûm ji belayê xilas bibin.

   Seîdê Nûrsî

***

(Ev parçe gelek giranbiha ye. Hetanî nukteya duduyê ji her kesî re faydeya wê zêde ye.)

   Bi munasebeta ku li Girtîgeha Eskîşehîrê hin halên nexoş ên ne ji ber exlaqê xerab, a rast ji ber azardediliyê hatî, derbarê nukteyeke derheqê exlaqî de û derbarê nukteyeke nixumandî mayî ya ayeteke meşhûr de ye.

   NUKTEYA YEKÊ: Ji kerem û merhemet û dadweriya Cenabê Heq e ku xelateke pêşîn xistiye nav qenciyê û cezadaneke pêşîn jî xistiye nav xerabiyê. Lezetên manewî yên ku sewaba axretê bîne bîra mirovî xistine di nav qenciyan de û cezayên manewî yên ku ezabê axretî bide hîskirin xistiye di nav gunehan de.    

   Wek mînak, hezkirina di navbera bawermendan da ji ehlê îmanê re xêreke spehî ye. Lezet û zewqeke manewî û înşîraha qelbî ya ku xêra madî ya axretê bîne bîra mirovî xistiye di nav wê heseneyê de. Her kesê ku li qelbê xwe binêre dê vê zewqê hîs bike.    

   Wek mînak, neyartiya di navbera bawermendan da xerabiyek e. Di nav wê xerabiyê de ezabekî wîjdanî ya ku qelb û rûhî di nav tengiyê de bifetisîne heye ku bi rûhên alîcenab dide hîskirin. Ez bixwe, dibe ku ji sed carî bêtir min ceribandiye ku dema min dijminahiya birayekî xwe yê bawermend dikir, ji wê neyartiyê min ezabekî wisa dikişand ku guman ji min nedihêla ku ev xerabî cezayekî pêşîn e ku bi min dide kişandin.    

   Wek mînak, hurmetgirtina ji zatên ku layiqî hurmetê ne û merhemet û xizmeta ji kesên ku layiqî merhemetê ne re xêrek e, qenciyek e. Di vê qenciyê de zewq û lezeteke wisa ya ku sewaba axretê

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat