Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Tembîh

   Du Çîrokên Biçûk    

   Ya Yekî: Berî niha bi pazdeh salan dema ez li Bakûrê Rusyayê hêsîr bûm, digel nod zabitên me yên dîl em di qowûşa fabriqeyeke mezin de bûn. Ji ber azardedilî û tengiya rûhî gelek nîqaş û şemate çêdibû. Ji ber ku hemûyan rêzeka zêde didane min, min wana disekinandin. Paşê ji bo ku aramiyê muhafeze bikin min çar-pênc zabit tayîn kirin. Û min got: “Li kîjan quncikê hûn şemateyê seh bikin hemen xwe bigihînin wir. Kîjan alî neheq be alîkariya wî bikin.” Bi rastî bi vê tedbîrê pêşî li şemateyê hate birrîn. Ji min hate pirsîn: “Tu çima dibêjî alîkariya neheqî bikin?” Wê demê min wisa bersiv dabû: “Yê neheq bêwîjdan e. Ji bo çil dîrhem îstiraheta umûmî dest ji dîrhemeke menfeeta xwe bernade. Lê ew kesê mafdar be ew ehlê wîjdanê ye. Dîrhemeke heqê xwe di aramiya giştî de fedayî çil dîrhem menfeeta hevalên xwe dike, dest jê berdide. Şemate radibe, aramî bi şûnde tê. Nod şexsiyetên di vê qowûşê de wê îstîrahet bike. Eger alîkariya mafdarî were kirin wê şemate zêdetir bibe. Di jiyana civakî ya wisa de mirov girîngiya menfeeta giştî datîne li ber çavan.”   

   Va ye birano! Di vê heyata me de, di vê civaka me de nebêjin “Vî birayê me neheqî li min kir û ez xeyidîm”, eva xetayek mezin e. Eger ew hevalê te bi dîrhemekê zirar dabe te, tu bi jêxeyidînê çil dîrhem zererê didî me. Belkî dibe ku çil lire zererê bide Rîsaleê Nûrê. Bes, lîllahîlhemd parêznameya me ya gelek mafdar û gelek xurt ji ber ku pêşî li wê yekê birrî ku heval dubare herin lêpirisînê (îstîcwabê), bi vî awayî pêşî li fitneyê hat girtin. Yan na, birayên ku ji hev xeyidî, wek qirşikekî biçûk ê qasî perîkê pêşûyê têkeve çavî, yan jî pirîskek têkeve nav barûdê, dibû ku bi xerezeke biçûk zirareke mezin dabûya.    

   Çîroka Duduyê: Demekê heşt kurên jineka extiyar hebûne. Heşt nan hebûn, her yekî wan nanek da wan, ji wê re nema. Paşê her kurekî nîv nan dane wê. Yên wê bûne çar nan; yên dî nanê wan bû nîvî. Birayên min! Ez jî nîvê elema manewî ya behra mûsîbeta her yek ji we çilan di xwe de hîs dikim. Haya min ji elema şexsê min bixwe nîne. Rojekê ez zêde mejbûr bûm, min got “gelo ev cezayê xetayê min e ku ez dikêşim?” Seba wê min li dema xwe ya bihorî nêrî. Min dît ku ji bo zêdekirin û tehrîkê çi mudaxeleya min nine, berevajî ji boyî revê her tedbîra mumkin min bi kar dianî. Nexwe ev qezayeke îlahî ye. Û ev serê salekê bû ku ji aliyê fesad û ewanan ve bi zanîn dihate amadekirin. Ne qabil bû ku me xwe jê bidaba alî, her hal wê hatiba serê me. Sed hezaran spasî bo Cenabê Heq ku mûsîbet ji sedî daxiste yekî.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat