Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

zera milet de hatiye tawanbarkirin û di hikûmetê de jî hember ehlê teqwayê û ehlê ilmî bêewleyiyek çêbûye û ji ber ku pêwist e ehlê teqwayê û ehlê ilmî zanibin ka ji teşebusên xeternak û zirardar çawa xwe biparêzin, ez dixwazim ev beşa dawî ya parêziya min ku min bixwe nivîsiye, bi herfên nû, bi wasîteya çapxaneyê bê weşandin. Da ku ehlê teqwayê û ehlê ilmî nekevin nav dek û dolaban û nêzî teşebusên zirardar û xeternak nebin û da ku di nezera milet de şexsê manewiya wan ji tawandarkirinê xilas bibin. Û da ku hikûmet jî derbarê ehlê ilmî de ewleyiyê bîne û ev îxtîlaf ji wisa rabe. Û ev bûyer û ev îxtîlafên ku ji hikûmet û ji gel û ji welêt re gelek zirardar in jî êdî dubare nebin.

Seîdê Nûrsî

 

***

   Birayên min ên delal,    

   Bi şertê ku dilê we nemîne vê carê ezê ne ku bi teqdîrkarane, belkî bi tenkîd­karane du meseleyên biçûk beyan bikim:    

   Ya Yekî: Ji bo ku berevaniya we û ya Rîsaleê Nûrê bikim ez ketim gelek dozan. Sinifa yekem a şahidên min ên di wan dozan de hûn in. Halehal we bi înkara xwe ez bê şahid hiştim, hem jî we tawanbariya di heqê min de teqwiye kir. Çunkî, reva we û înkara we fikreke wisa da: “Nexwe tiştek heye ku vana xwe nêzîk nakin.” Hem wek çawa min hewl da ku we tebriye bikim, di nav we de yên zar û zêçên wan neyî ji bo ku min tenê nehêlin diviya bi awayekî merdane nêzî min bibana. Lê êdî rewş guherî, hewceyiya nêzîkbûnê nema.    

   Meseleya Duduyê: Hin birayên me qenaeta wan bi Rîsaleê Nûrê ya ku seciyeya alî ya sehabeyan û meşreba nûranî ya pêxember beyan dike nehat û bi hewesa terîqetê, bêyî riza û destûra Ustadê xwe û şexsê manewiya birayên xwe, li dereke dî, bi wê hewesê, hem ji wan bixwe re çi feyde neyî, hem bo me, hem bo Rîsaleê Nûrê, hem bo hevalên me yên mûsîbetzede hem ji hevalên me yên ku neketine daîreya Rîsaleê Nûrê re zirar; hem bûne sedem ku bala wan gelek merivên ku bi baldarî me tecesus dikin bikêşin, ketin heweseke terîqetê. Min di dadgehê de bi awayekî fermî îdîa kir ku ez her yek ji we bi sed hembajariyê xwe naguherim û li hember yên tên serdana min jî min angaşt kiriye ku ez biçûktirîn şagirdê Rîsaleê Nûrê ji welîkî derve yê daîreyê girîngtir dibînim û bi çend emareyan we ji

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat