Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Distûrek

   Şagirtên Rîsaleyê Nûrê divê derveyî daîreya Rîsaleê Nûrê li nûrê negere û lênagere. Eger lêbigere ji dêl roja manewî ya ku ji pencereya Rîsaleê Nûrê ronahiyê dide, wê lembeyekê bibîne, belkî dê rojê wenda bike. Heçîke meşreba xiletê û mesleka uxuwetê ye ku di daîreya Rîsaleya Nûrê de xalis û gelek xurt e û ji her ferdekî re gelek rûhan dide qezenckirin û sira weraseta nubûwetê û meşreba uxuwetkarane ya sehabeyan nîşan dide –bi awayê ku di daîreyên derve da ji sê aliyan ve zererê bide wî bavî û wî murşidî- hewceyiyê nahêle ku yek li bavekî bigere. Ji dêl bavekî gelek kekan dide peydakirin. Bêguman şefqeta gelekan ên birayên mezin şefqeta bavekî dike tune. Her kesê ku berî ku têkeve nava daîreyê de ji xwe re şêxek dîtibe dikare wî şêxê xwe û wî murşîdê xwe muhafeze bike. Bes yê şêxê wî nebe, piştî ku kete nava daîreyê, tenê dikare di nava daîreyê de li murşidekî bigere.   

   Hem ilmê heqîqetê yê di Rîsaleê Nûrê de yê ku feyza sira weraseta nubûwetê ku welayeta kubra ye dide jî, pêwistiyê bi terîqetên ku derveyî daîreyê de ye nahêle. Îlla meger ewên ku terîqet şaş fêm kirî; mubtelayî xewnên xweş û xiyal û nûr û zewqan bûyî, û yên ku dev ji fezîletên uxrewî berdayî û zewqên dunyewî û hewesî arzû kirî, û nefisperestê ku meqamê merce‘iyetê xwestî. Ev dinya cihê xizmetê ye ‒ucret bi kulfet û meşeqetê tê pîvan‒, ne cihê mukafatê ye. Ji ber wê çendê ye ku ehlê heqîqetê girîngiyê nadin zewq û nûrên ku di keşf û kerametê de ne, a rast carinan jê direvin, dixwazin wan keşf û kerametana veşêrin.   

   Hem daîreya Rîsaleê Nûrê gelek fireh e, şagirdên wê gelek zêde ne, li yên derketî derve nagere, ehemiyetê nade; belkî êdî wana nagire nav xwe. Di her mirovî de qelbek heye, qelbek jî nabe ku hem di daîreyê de be, hem jî derve be. Hem ew zatên derve yên arzûmendên îrşadê bila şagirdên Rîsaleê Nûrê mijûl nekin. Çunkî mumkin e ku ji sê aliyan ve zererê bibînin. Şagirtên ku di daîreya teqwayê de ne, wek çawa pêwistiya wan bi îrşadê nine, li derve nenimêjker pirr in, ku dest ji wan berdin û bi van ve mijûl bibin, ev ne îrşad e. Eger ji van şagirdan hez bike, serê pêşî bila têkevin nava daîreyê; bila ji wan şagirdan re nebin bav, belkê bibin bira. Fezîleta wan zêde be bila bibin kekê wan.   

   Hem di vê bûyerê de xuya bû ku xwegirêdana (întîsaba) bi Rîsaleê Nûrê gelek ehemiyeta wê heye û bedela wê gelekî giran e. Ew merivê hişê wî li serê wî yê ku ev biha li vê dayî û ketî rewşeke wisa ku di vê riyê de, li ser navê alema Îslamê li hember bêdîniyê têbikoşe, êdî dest ji wê mesleka xwe ya wek elmasî bernade û nakeve meslekeke dî.

Seîdê Nûrsî

***

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat