Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

dide hîskirin, axaftin wî ye. Sehkirina axaftina zatekî heyîna wî (zatî) bi qasî hezar delîlan, belkî di dereceya şuhûdê de îsbat dike; ji vî aliyî ve ev ayeta pîroz bi maneya xwe ya îşarî wisa dibêje: “Derya bibin hibir û dar bibin qelem, hejmara kelamên îlahî yên heyîna Rebbê Zulcelal nîşan didin binivîsin, nikarin xilas kin. Yanî, ev tê wê maneyê ku eger gotineka wisa ya zatekî di dereceya şuhûdê de bibe delîla heyîna wî; delîlbûna axaftin û îhsasa axaftinê ya li ser axaftinkerî ya Zatê Ehedê Semed bêhediyeka wisa ye ku nayê hed û hesabê ku ava hemû deryayayn bibe hibir têrî nivîsandina wê nake.”   

   Peyva Sisêyan: Qur’ana Mucîzul-Beyan ji ber ku dersa heqîqetên îmanê dide hemû tebeqeyên beşerî, bi îdîaya ku heqîqetek li gor zahirî dubare kiriye ku hîkmeta wê tesbît û tehqîq û îqna kirin e, alimên Cihûyan ên wê demê ku ehlê ilm û ehlê kîtab bûn, bi awayekî gelek neheq êrîşî umîbûn û kêmbûna ilmê Pêxemberê Zîşan eleyhîselat û weselam kirine; ev jî ji wê re bersiveke manewî ye. Wisa ku:    

   Ayeta kerîme dibêje: “Ji bo ku heqîqetekê ku gelek encamên wê yên ji aliyê feydeyên cuda cuda yên gelek hîkmetên wek tehqîq û îqnayê hene, di qelbê umûmê de, xasma di qelbê ewamê de bi cî bike, meseleyên erkanê îmanê yên her meseleyeka wê wek hezaran meseleyan biqîmet û bi hezaran heqîqetan tezemun dike, cuda cuda û bi awayekî mûcîzane dubare bike; ev ne ji hesra kelamî û ji qusîra zêhnî û ji kêmasiya sermayeyî ye. Belkî, ji bo jimartina peyvên Kelamê Ezelî ya ku jêderka Qur’anê ye (ew Qur’ana) ku ji gencîneya ezelî ya kelamê îlahî ya bêhed û bêpayan e hatî wergiritin û li ser hesabê alema xeybê berê wê li alema şehadetê ye û bi cin û ins û rûh û firîşteyan ra diaxive û di guhê her ferdekî de tenîn-endaz e; belê ji bo jimartina peyvên wî Kelamê Ezelî derya bibin hibir û zîşûur bibin nivîsevan û nebat bibin qelem û a rast zere bibin serên qeleman dîsa nikarin xilas kin. Ji ber ku vana bidawî (mutenahî) ne, lê ew bêdawî ye.”   

   Peyva Çaran: Wek tê zanîn dema axaftin “ji wê tişta ku axaftin jê nayê hêvîkirin” derdikeve, kelamê wê girîng dike, xwe dide guhda­rîkirin. Xusûsen di cirmên mezin ên wek rûesmên û ewran de dengên tekelumwarî jî bi awayekî girîng xwe dide guhdarîkirin. Nexasim, di awazên fonografeke mezin a qasî çiyayî de jî bala guhî zêde dikêşe. Xasma dengê asîmanî yê Qur’anê yê ku tebeqeyên asîmên kirî plak û ji bo ku bi serê dinyayê bide bihîstîn sudur kirî bi hêza radyoyê, zereyên hewayê wek çawa ji wan herfan re dibin axîze û naqîle, bêguman ji herfên pîroz ên Qur’anê re dikevin şûna neynikekê, dikevin şûna zimanekê, dikevin şûna serê derziyê û dikevin şûna

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat