Wek çawa em ji axeka besît madenên ku sebeba pêwistiyên bêhed ên heywan û mirovan in û ji unsureke besît a nebatên cûrbecûr ên bêhed kesreteke bêhed ji wehdetê ya bi întîzemeke tam û ji besîtê enwaê cûrbecûr ên bêdawî û di rûpeleke sade de neqşên birêkûpêk ên bêhed bi çave xwe dibînin; her wiha av, taybet nutfeyên heywanan madeyek besît a wek avê ne digel wê jî, mu‘cîzatê sen‘et ên bêhed di candarên cûrbicûr de bi wê avê tezahur dibin, ev nîşan dide ku: Wek van herdu erşan, nûr û hewa jî digel besîtiyên xwe mezherên ecayîb ên mûcîzatê qelema ilm û emr û îradeya Neqaşê Ezelî û Elîmê Zulcelal in. Em niha dest ji unsura nûrê berdin, bi munasebeta meseleya me emê hewl bidin ku perdeya ecaîb û xeraîbên emr û îradeyê yên di nav unsura hewayê de yên ku li gor kureya erdê erşê emr û îradeyê ne, keşf bikin. Wisa ku:
Wek çawa em bi wê hewaya ku di devê me de ye herf û peyvan diçînin, yekcar simbil didin. Yanî, li hewa, heçko di gaveke bêzeman de peyvek dibe hebek û di hewaya derve da simbil dide; hewayeke ku biçûk, mezin bêhed heman ew peyv di nav xwe de girtî simbil dide. Em li unsura hewayê dinêrin ku: Ewqas îtaetker û musexer û emirber e ku, heçko her zereyek wek leşkerekî, her deqîqe li ber fermana artêşeke birêkûpêk e; bêzeman, ji zereya herî dûr îmtîsal û îtaeta îradeya ku ji emrê
كُنْ فَيَكُونُ
ê cilwedar e, nîşan dide. Wek mînak, bi wasîteya sînyalgir û sînyalweşînên radyoyê, li ku dera hewayê dibe bibla bibe, axaftineke mirov ji her aliyê dinyayê ‒bi şertê ku sînyalgirê radyoyê hebe‒ her zeman, ew axaftin di heman kêliyê û li heman derê tê bihîstin, eva hanê nîşan dide ku her zereyeka hewayê bi îmtîsaleke çiqas tam îtaeta cilweya emrê
كُنْ فَيَكُونُ
ê dike; her wiha ew herfên ku li hewayê lovok, bi keyfiyeta qudsiyetê, li gor vê raza îmtîsalê dibe ku bibin mezherê gelek tesîrên xaricî û xusûsiyetên madî; xusûsiyeteke wisa di wan da dixuye ku her wekî manewiyatê veguherîne bi madiyatê û xeybê veguherîne bi şehadetê.
Va ye wekî vêya, bi emareyên bêhed nîşan dide ku herfên ku mewcûdata hewayê ne, taybet herfên pîroz û yên Qur’anê, xasma herfên şîfreya îlahî yên di destpêka sûreyan de ji ber ku wisa dixuyin ku wana bi awayekî bîrêkûpêk û gelek hesas û bêdem li fermanan guhdarî dikin û pêk tînin; bêguman herfên di zereyên hewayê de yên ji hêla qudsiyetê ve mezherî teceliya emrê ‘Kûn feyekûn’ê û