Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Hem mêşhingiva ku sinifeke mêşan e, wek çawa hingivê ku nîmeta herî şêrîn û herî letîf e bi te dide xwarin, seba ku di Qur’ana Mûcîzû’l Beyanê de bi mezherbûna wehya rebbanî serfraz bûye, diviya ji wan hatiba hezkirin, lêbelê neyartiya mêşan, belkî neyartiya heywanên ku her tim bi awayekî dostane dibeze alîkariya mirovî û her cûre belayên mirovî dikêşe xedr e, neheqî ye. Têkoşîna bi zirardaran re, tenê ji boyî qewirandina wan tê kirin. Wek mînak, ji bo ku pez ji êrîşa gur were parastin, bi wan re dijberî tê kirin. Eceba di dema germahiyê de xwîna ku ji îhtiyaciya wicûdê zêdetit bûyî û ew xwîna lewitî û madeyên bizirar yên ku di damaran de kom bûyî, gelo ew pêşû û ew kêçên ku museletî li ser wê xwînê, belkî memûrê wê, ma nabe ku hecamkerên fitrî bin? Muhtemel…

سُبْحَانَ مَنْ تَحَيَّرَ فِى صُنْعِهِ الْعُقُولُ

    Di demeke ku min bi nefsa xwe re têkoşîn dikir de, dilxuşûşî ji nefsa min çêbû ku ew nîmetên îlahî yên di xwe de dîtine malê wê ne û dest bi quretî û xurûr û xwepesinînê kir. Min jê re wisa got: “Ev mulk ne yê te ye, emanet e. Wê demê dest ji quretî û pozbilindiyê berda, bes dest bi tiraliyê kir. Got: “Ya ku ne malê min e ezê çima lê binêrim? Bila wenda bibe, min çi jê ye!” Ji nişka ve min dît ku mêşekê danî ser destê min, çav, rû û baskên xwe yên ku emanatê Xwedê ne spehî paqij kir. Wek çawa leşkerek çeka dewletê û kincên wê paqij dike, mêşê jî paqij dikir. Min ji nefsa xwe re got: “Lê binêre.” Lê nêrî, dersa xwe tam stand. Lê mêş ji nefsa min a qure û tiral re bû xoce û mamoste. Pîsiya mêşê madeyeke wisa ye ku ji aliyê tibbî ve zerera wê nine, carinan jî şirûbeke şêrîn e. Bes, mêş bi rewşa xwe ya ku çavkaniya bi hezaran madeyên ziyandar yên cûrbecûr û mîkrob û jehran e, (digel vê çendê) ji hîkmeta rebbanî ne dûr e ku ew mêş veguhere makîneyên biçûçik ên îstîhale û tesfiyeyê, belkî şe’na wî ye. Erê, ji bilî mêşhingivê hin taîfeyên mêşan hene ku (Haşiye) madeyên cûrbecûr û

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat