Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

yên wek eyloyên di şûna karmendên paqijî û tendurustiyê ku bi awayekî kerametkarane cihê cenazeyên veşarî û dûr di qonaxa pênc-şeş saetan de, bi sewqa rebbanî hîs dikin û diçin û wan radikin; da ku her roj cenazeyên bi milyaran heywanên kovî û çûkan kom bikin û rûyê erdê ji wê genîbûnê paqij bikin û candaran ji wan dîmenên elîm û hezîn xilas bikin. Eger ev karmendên tendurustiyê yên bejahiyê ne wisa gelek tekûz û întîzamperwer û wezîfedarbana, dê rûyê erdê têketa haletekî wisa ku meriv ji ber bigiriya.   

   Erê, rizqê helal ê heywanên goştxwer, goştê heywanên mirî ne. Goştê heywanên sax ji wan re heram e. Eger bixwin wê cezayî bibînin.

حَتّٰى يَقْتَصُّ الْجَمَّاءُ مِنَ الْقَرْنَاءِ

(ew kema qale) Yanî îfadeya hedîsê ya “Di Qiyametê de wê heyfa heywana bêqiloç ji heywana biqiloç bête standin.” 1  nîşan dide ku gerçî cesedê wan fena dibe, lê di navbera heywanên ku rûhê wan mayende dibin de jî, roja qiyametê, bi awayekî munasibî wan mucazat û mukafatên wan hene. Ji ber wê çendê dikare were gotin ku goştê heywanên sax ji cenawiran re heram e.   

   Hem ji bo ku termên heywanên biçûk û parçeyên biçûçik ên nîmetê û heban kom bike, hem da ku parçeyên biçûçik ên nîmetên îlahî ji telefê, ji perçiqandinê, ji heqaret û abesiyetê biparêze morî wek karmendên tendurustiyê hatine wezîfedarkirin. Eynen ji wan hê girîngtir, mêş jî ji bo paqijkirina mîkrobên nexweşiyan ên çave mirovan nabînin û ji bo paqijkirina madeyên jehrê wezîfedar in. Ne ku naqîleyên mîkroban, berevajî mîkrobên ziyandar mes dike yanî dimêje û dixwe, bi vî awayî wan mîkrobana mehû dike, wan madeyên jehrê îstîhale dike, ji gelek nexweşiyên şewbî re dibin asteng. Zehfbûna wan dibe delîl ku wana hem neferên tendurustiyê ne, hem karmendên paqijiyê ne û hem kîmyager in û mezherê hîkmeteke zêde ne. Ji ber ku tiştên qîmetdar û bikêr, tên zêne zêdekirin. (Haşiye)    

   Ey mirovê xweperest! Ji bil bi hezaran hîkmetên heyatî yên mêşan, li vê feydeya biçûçik a aidî te ye binêre, dest ji neyartiya mêşê berde. Çunkî, wek çawa ew mêş li xurbetê, di bêkesî û tenêtiyê de ji te re dibe dost, her wiha ji ketina nava xefletê û ji belavbûna fikrê te hişyar dike. Tu wan mêşên dibînî ku bi rewşa xwe ya letîf û bi destnimêjgirtinê, bi paqijkirina rû û çavê xwe di wezîfeya mirovayiyê ya wek destnimêj û nimêjê û hereket û paqijiyê de hişyariyê dide te û dersê dide te.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat