Yan na, eger tu ji wan dilgiran bibî, mirina wan bixwazî û dilê wan yê nazik û disojkî bişikînî, tu dê wê demê mezherê raza
خَسِرَ الدُّنْيَا وَالْاٰخِرَةَ
ê bibî. Eger tu rehmeta Rehman bixwazî, rehmetê li wan emanetên Rehman yên di mala te de ne, bike.
Bi navê Mustefa Çawûş, destbirayekî minê axretî hebû. Min didît ku ew di dîn û dinyaya xwe de serkeftî ye; min raza wê nedizaniya. Paşê min zanî ku sedema serkeftina wî zatî ew e ku ewî heqê dê û babê xwe yên extiyar fêm kiriye û li gorî wê tevgeriya ye; ji ber xatirê wan rehet û rehmet dîtiye; axreta xwe jî înşalleh ava kiriye. Heçî kesê bixwaze bextewar be divê bişibihe wî.
اَللَّهُمَّ صَلِّ وَسَلِّمْ عَلَى مَنْ قَالَ: اَلْجَنَّةُ تَحْتَ اَقْدَامِ الْاُمَّهَاتِ. وَعَلٰى اٰلِهِ وَصَحْبِهِ اَجْمَعِينَ
سُبْحَانَكَ لاَ عِلْمَ لَنَا اِلاَّ مَا عَلَّمْتَنَا اِنَّكَ اَنْتَ الْعَلِيمُ الْحَكِيمُ
***
Lem‘eya Bîst û Heftemîn
Mudafeeya Dadgeha Eskîşehîrê ye û dê di Kitêba Mudafe‘eyan de bête weşandin.
***