Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

 

Zeyla Lem‘eya Bîst û Şeşemîn

(Mektûba Bîst û Yekemîn)

 

بِاسْمِهِ سُبْحَانَهُ

* وَاِنْ مِنْ شَيْءٍ اِلاَّ يُسَبِّحُ بِحَمْدِهِ

بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ

إِمَّا يَبْلُغَنَّ عِندَكَ الْكِبَرَ أَحَدُهُمَا أَوْ كِلَاهُمَا فَلَا تَقُل لَّهُمَا أُفٍّ وَلَا تَنْهَرْهُمَا وَقُل لَّهُمَا قَوْلًا كَرِيمًا * وَاخْفِضْ لَهُمَا جَنَاحَ الذُّلِّ مِنَ الرَّحْمَةِ وَقُل رَّبِّ ارْحَمْهُمَا كَمَا رَبَّيَانِي صَغِيرًا * رَّبُّكُمْ أَعْلَمُ بِمَا فِي نُفُوسِكُمْ إِن تَكُونُوا صَالِحِينَ فَإِنَّهُ كَانَ لِلْأَوَّابِينَ غَفُورًا

   Ey ew xafilê ku di mala wî de dêyeke wî yan jî babekî wî ê extiyar, yan jî xizmekî wî yan jî birayekî wî yê îmanê yê belengaz yan jî nexweş heyî! Bala xwe bide vê ayeta kerîme, lê binêre! Belê di ayetekê da, di pênc awayên cihê cihê da bo dê û babên extiyar şefqetê celb dike. Erê, di dinyayê de heqîqeta herî rûmet-bilind şefqeta dê û baban ya li hemberî zarokên wan e. Û huqûqa herî bilind jî ew e ku li hemberî wê şefqeta wan qedr û qîmeta wan were girtin. Çunkî ewana jiyanên xwe bi lezzeteke heta tu bibêjî zêde gorî jiyana zarokên xwe feda dikin û ji wan re serf dikin. Nexwe madem wisa ye, pêwîst e her zaroka ku ji mirovayiyê derneketî û ne bûyî mîna cinawiran, ji wan dostên muhterem, sadiq û fîdekar re hurmeteke xalis bigre, xizmeteke jidil bike, razîbûna wan bidest bixe û dilê wan xweş ke. Mam û met bab; xalet û xal dê tên hesabê.   

   Va ye, ku heyîna van extiyarên bimbarik li yekî giran were û mirina wan bixwaze.. Ev çi bêwîjdaniyeke û çi adîtiyek e; vêya zanibe û hiştar be. Belê tu mirina wan ew kesên ku jiyana xwe bo jiyana te fîda kirî, bixwazî.. Zanibe eva hanê zulmeke çiqas kirêt e, çi bêwîjdaniyek e.    

   Ey ew mirovê ku mubtelayê derdê debarê bûyî! Zanibe ku stûna bereketa di mala te de û wesîleya rehmetê û def’kera musîbetan ew xizmê te yê extiyar û kor yê di mala te de ye, ku (heyîna wî) li te giran tê. Zinhar mebêje: “Destê min teng e, ez nikarim debara xwe bikim.” Çunkî eger ne ji ber wê bereketa ku seba xatirê wan tê baya, helbet dê desttengiya te zêdetir baya. Vê heqîqeta hanê ji min bawer ke. Ez gelek dêlîlên vê yên qet‘î dizanim û dikarim bi te jî bidim bawerkirin. Bes ji ber ku dirêj nebe ez kurt dikim. Bila yeqîna te bi vê gotina min were. Ez sond dixwim ku ev heqîqet tam qet‘î e; heta nefsa min û şeytanê min jî li hemberî vê çendê teslîm bûne. Ev heqîqeta ku rika nefsa min şikandî û şeytanê min dayî sekinandin, divê yeqînê bide te jî.   

   Belê, ew Xaliqê Zulcelal û wel-Îkram ku bi şahdebûna gerdûnê gelek Rehman û Rehîm û Letîf û Kerîm e; wek çawa dema zarokê dişîne dinyayê, li pey wan re bi awayekî gelek letîf rizqê wan jî dişîne û ji kaniya memikan dirijîne devê wan de; wereng jî rizqê wan extiyarên ku bûne mîna zarokan, heta ji zarokan jî zêdetir layiqî dilovaniyê ne û muhtacî şefqetêne jî di awayê bereketê de dişîne. Debara wana nake barê van mirovên temaker û bexîl.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat