Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

ên bimbarek metirsiya jehrê derbas bûbû û ew şehîdê merhûm ku bi emareyên xurt di gora xwe de bi Nûran ve mijûl dibû û ku bi Nûran bersiva melekê sualê dabû, û qehremanê Denîzliyê Hesen Feyzî û hevalên wî ku ji dêl wî ve û di sîstema wî de di bin peredeyê de xizmetên bi awayekî bandordar dikir; û ji ber ku neyarên me jî tê de hemû mehbûs bi yek carê bi Nûran îslah bûbûn û terefdarê wê çendê bûn ku em ji girtîgehê derkevin û wekî Eshabê Kehf, şagirdên Nûrê wê çîlexaneya zehmetdar veguherandin bi şkefta Eshabê Kehf û ehlê riyazetê ya zemanê berê û ku bi dileke rihet ji neşra Nûrê re dixebitîn belê van hemûyan îsbat kir ku înayeta rebbanî li hawara me hatiye.    

   Hem niqûtî dilê min ku madem muctehidên herî mezin ên wek Îmamê E‘zem ketine girtîgehê û mucahidekî ekber ê wekî Îmamê Ehmed bîn Hembel ji bo meseleyeke tenê li girtîgehê îşkence lêhatiye kirin û gilî nekiriye û bi sebreke zêde sebat kiriye û di wan meseleyan de sikût nekiriye. Û gelek îmam û elameyan ku ji we gelek bêhtir ezap li wan hatiye kirin, lê wana di nav sebreke zêde de şukir kirine û neqirqilîne. Bêguman we tevî ku ji bo gelek heqîqetên Qur’anê xêreka gelek mezin bi dest xistiye jî lê we hindik zehmetî kişandiye, ji ber hindê li ser we wecîbe ye ku hûn hezaran carî şukrê bikin. Belê, ezê cilweyeke înayeta rebbanî ya di nav stema beşerî de bi kurtî beyan bikim:    

   Wê dema ku ez bîstsalî bûm, min her digot: “Wek wan tarikuddun­yayên zemanê berê ezê jî di dawiya temenê xwe de têkevim şkeftekê, çiyayekê û ezê ji jiyana civakî ya mirovan derbikevim.” Hem di Şerê Cîhanê yê berê de, di esareta xwe ya bakûrê rojhilatê de min biryar dabû ku, “Ji niha û pê de ezê temenê xwe di şkeftan da derbas bikim. Ezê xwe ji jiyana siyasî û civakî vekêşim. Tevlîbûna civakê êdî bes e.” Ku min ev digot, înayeta rebbanî û hem dadweriya qederê tecelî kirin. Bi awayekî ku ji biryara min û ji arzûya min gelek zêde bixêr ji extiyariya min re wek merhemet ew şkeftên ku min tesewur dikir veguherande menzîlên girtîxaneyan û înzîvayan û çîlexaneyên di nav tenêtiyê de û menzîlên tecrîda mutleq. Medreseyên Yûsifiye û ji bo ku em wextê xwe winda nekin tecrîdxane dane min ku ev gelek li ser şkeftên ehlê riyazet û muzewiyan ên li çiyayan re bûn. Hem faydeya axretî ya şkeftê hem xizmeta mucahidane ya heqîqetên îman û Qur’anê da. Heta min ezim kiribû ku piştî beraeta hevalên xwe ezê sûcekî nîşan bidim û di girtîgehê de bimînim. Ezebên wekî Xusrew û Feyzî bila li cem min bimînin û ezê bahaneyekê bibînim û ji bo ku bi mirovan re hevdîtinê pêk neînim û zemanê xwe bi sohbetên fuzûlî û

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat