Şazdehemîn, ew nameyên biçûk ên min ji Kastamonuyê şandî û ketî Lahîqeyê, û di girtîgeha Denîzliyê de min ji wan birayên xwe yên li wir re bi awayekî nihênî şandî û her weha Rîsaleya Parêziyê ye, ku bi awayekî spehî heqîqeta vê Ricayê nîşan dide. Em tefsîlata wê, hewaleyî Lahîqeyê û parêznameya xwe bikin û emê gelek kurt îşaret bikin. Min kovarên mehrem û girîng, xusûsen rîsaleyên derbarê Sufyan û kerametên Nûrê de di bin komir û êzingan de veşartin, ku heta piştî wefata min yan jî hetanî ku yên desthilat li heqîqetê guhdarî bikin û hişê xwe bidin serê xwe wê demê werin weşandin, ku ji ber wê ez dilrehet bûm, ji nişka ve polîsên sivîl û alîkarê dozger bi ser menzela min de girtin. Ew rîsaleyên veşartî û girîng ji bin êzingan derxistin. Hem ez tewqîf kirim û ku tendurustiya min wisa muhtel ez şandim Girtîgeha Spartayê. Ku ez wisa gelek muteelim bûm û ji ber wê zerera ku hatibû Nûrê gelek mutesir bûm, wê demê înayeteke îlahî li hawara me hat. Ew rîsaleyên girîng ên hatibûn veşartin û hewceyiya ehlê hukumetê bi xwendina wan gelek heyî bi meraqeke zêde û bi baldarî dest bi xwendina wan hate kirin, daîreyê mezin ên fermî heçko bûbûn dersxaneya Nûriye. Bi fikra rexneyê xwendin û dest bi ecibandinê (teqdîrê) kirin. Heta li Denîzliyê, qet haya me jê neyî di pişt perdeyeke fewqulade de fermî- nefermî gelek kesan Ayetul-Kubraya çapkirî xwendin, îmana xwe xurt kirin, musîbeta me ya girtîgehê tune kirin.
Paşê em birin Girtîgeha Denîzliyê. Ez di nav tecrîda mutleq de xistim qowûşeke kufikî, birutûbet û sar. Ji ber extiyariyê û ji ber nexweşiyê û her weha ji ber ku ew zehmetiyên hatibûne serê hevalên min ên bêguneh ku ez bûbûm sedem, ez gelek kedernak bûm û ji ber korimkirina Rîsaleyên Nûrê û ta‘tîlketina di xizmeta wan de, ez di nav teesuf û huznê de bûm, ku ez (di wê rewşê de) diperpitîm, ji nişka ve înayeta rebbanî di hawarê de hat. Bi yek carê ew girtîgeha qerase veguherî bi dersxaneyeke Nûrê û îsbat kir ku medreseyeke Yûsifiye ye û bi qelema elmas a lehengên Medresetu’z Zehrayê Nûrê dest bi belavbûnê kir. Heta, lehengê Nûrê di nav wan şertên giran de, di nava sê çar mehan de ji bîstan bêhtir Rîsaleyên Mêweyê û Rîsaleyên Mudafe‘eyê nivîsî. Hem li girtîgehê hem li derve dest bi futûhatê kirin. Ew zerera me ya di wê mûsibetê de, veguherandin faydeyên mezin û diltengiyên me veguherandin kêfxweşiyê. Raza
وَعَسَىٰ أَن تَكْرَهُوا شَيْئًا وَهُوَ خَيْرٌ لَّكُمْ
ê careka dî nîşan da.